Berxwedana li Eyn Îsayê didome: Em ê rê nedin dagirkeriyê

Yek ji fermandarê li Eyn Îsayê Emmar Ekaş got, “Em ê bersivê bidin êrîşan, em nahêlin ku dijmin têkeve axa me.”

Dewleta Tirk û çeteyên wê di rojên dawîn de êrîşî Eyn Îsayê dike. Şervanên QSD’ê li ber xwe didin û nahêlin ku dagirker têkevin herêmê.

Yek ji fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Reqayê Emmar Ekaş ê ku di nav Tûgaya Kobanê ya Şehîd Îlan de cih digire li gundê Cehbelê li ber xwe dide. Ekaş got, “Şervanên me wê tevî gelên herêmê wê nehêlin ku dagirker têkevin vê axê. Em ji bo parastina ax û gelê xwe, li vir in. Tu nêta me tune em êrîşî tu kesan bikin. Tekane armanca me, parastina axa me ye. Em ê bersivê bidin hemû êrîşên li ser herêma xwe. Moralê me bilind e û em bawer in em ê bi ser bikevin.”