Berpirsê DAÎŞ’ê: MÎT’ê xwekujên zindî şande Ewropayê

Yek ji berpirsê payebilind ê DAÎŞ’ê Ebû Kerem ku YPG’ê ew girtiye agahiyên girîng dan. Ebû Kerem têkiliyên dewleta Tirk ên bi DAÎŞ’ê re vegotin û got, êrîşên li Ewropayê bi Tirkiyê re lihevkirî dihatin kirin.

Adil Mûsa Ebdulceza (Ebû Kerem) yek ji berpirsê payebilind ê DAÎŞ’ê ye. Bûyerên ‘terorê’ ku ketî navê û sûcên ku kirin ji Filîstînê heta bi Lîbya, Tirkiye û Sûriyê diçe. Di nav Cund Ensar Allah a bi ser El Qaîde ve, di nav DAÎŞ, Nûsra, Ehrar El Şam, ku hemû ji heman kokê ne, cih girtiye.

Li gorî ANHA’yê serekçete Ebdulcezar ji hêla Hêzên Antî Terorê yên YPG’ê ve 11’ê Tebaxê hate girtin. Bi taybetî li Xazeyê ya Filîstînê dema ku di nav Cund Ensar Allah de ye Ebû Kerem tê naskirin, li Filîstinê weke kesê duyemîn ê rêxistina çete dihate nasîn.

Ebû Kerem li  vir ji hêla Hamasê ve tê girtin, piştî bi çend salan tê berdan û piştî ku dîsa tevî nav karên çeteyan dibe DAÎŞ wî ji bo karê îstîxbarî dişîne Bînxazî ya Libyayê. Ebû Kerem li Libyayê bi payebilindî kar dike.

MÎT PÊŞWAZÎ DIKE Û DIŞÎNIN SÛRIYÊ

Piştre çete bangî Ebû Kerem dikin ku biçe Sûriyê. Li gorî ANHA’yê MÎT’a Tirk pasaporteke qelp û nasnameyek jê re derxisin û bi balafirê wî dibin Tirkiyê. Li balafirgeha Stenbolê MİT’ên Tirk wî pêşwazî dikin û balafira Antakya siwar dikin. Li Antakya MÎTê Tirk bi bejahî ve Ebû Kerem derbasî Sûrî dikin. Di deriyê Bab Selama ya girêdayî bajarê Idlibê ve derbasî Sûrî dibe

Li gorî nûçeya ANHA’yê Serek çete dibêje, “Gava ez ji balafirgeha Bînxazî li Lîbyaye ber bi Tirkiyê ve derketim, min digot ez ji Tirkiyê çawa derbasî Sûrî bibim? Hevalên min digotin ‘wê dewleta Tirk ji we re bibe alîkar.’ Bi rastî jî gava em gihîştin Tirkiyê karê me ji aliyê MÎT’ên Tirkan ve hat hêsankirin. MÎT bixwe em derbasî Sûrî kirin. Em gelek kes di heman rojê de di deriyê Bab Selama ve derbasî Sûrî kirin bêyî ku lêpirsînekî cûda were kirin.”

Gava Ebû Kerem derbasî Sûrî dibe di deriyê Bab Salaman ê di navbera Tirkiyê û Idlib de ji aliyê hevalên xwe Ebû Mislim, Ebû Xetap û Ebû Ducana El-Filîstînî ve tê pêşwazîkirin. Ji ber girîngiya Ebû Kerem derbasbûna wî ji Sûrî re dibe mijara sereke ya ragihandina herêmê û ya navnetewî. Di gelek ajansan de gava Ebû Kerem derbasî Sûrî dibe dibêjin kû “terorîstê herî mezin yê Filîstînê derbasî Sûrî dibe’’ û herwiha derbasbûna wî ji hevalbendê wî yê herêmê re dibe cihê kêxweşiyê.

Piştî avakirina navendên istixbaratê û koma Siriya Ebû Nur El-Maqdûsî, DAIŞ ji Ebû Kerem dixwaze biçe Reqa yê dinav istixbarat û avakirina Çeşil El-Sedîk cîh bigre û avabike. Ji ber tecrûbeya Ebû Kerem û mayîna wî di nav şerê Filîstînê de DAIŞ dixwest sûd ji wî werbigre. Liser vî esasî Ebû Kerem diçe Reqa û li wir dest bi çêkirina çeperên şer dike. DAIŞ her dixwest karê herî zehmet bide pêşiya wî, herwiha dest bi avakirina di Bakurê Reqayê de ketîbeya ‘’El-Ekrûma’’ ya taybet bi karê istixbaratê radibû. Li Reqqa yê Ebû Kerem salek û nîv dimîne û karê DAIŞ bicih tîne. Berî mehekê Pêngava Rizgarkirina Reqayê destpê bike ji Reqayê derdikeve û diçe bajarokê Meyadînê.

DERBASBÛNA TIRKIYÊ SERBEST E

Serek çete rehetiya çeteyan a li Tirkiyê wiha vedibêje: ‘’ Ez dikarim li ser têkiliyê DAIŞ û Tirkiyê eşkere û yê ne eşkere biaxivim. Ji ber ku ez wek kes gava derbasî Sûrî bûm, wek kesekî fermandar bi bandor di nav DAIŞ de min gelek tişt bi çavê xwe dît. Gava ez derbasî Sûrî bûm, min bi çavê xwe dît ku çawa Tirkiyê alîkarî dide DAIŞ’ê. alîkariya ku dida DAIŞ’ê bi rengekî eşkere li pêş çavê hemû cîhanê dikir. Herwiha terorîstê cîhanî di rê û alîkariya Tirkiyê derbasî Sûrî dibûn. Balafirgeha Stenbol û Antakya bûbû deriyê derbasbûna terorîstan ji bo nav xaka Sûrî. Sînorê Tirkiyê ji bo derbasbûna terorîstan re vekirîbû û herwiha ji bo derbaskirina çek û cebilxaneya ji DAIŞ û hemû komên çeteyan re vekirîbû.

TIRKIYÊ BI DESTÊ DAÎŞ’Ê LI EWROPA TEQÎN DIDA KIRIN

Di kampên taybet de, bi perwerdekirina zarok û kesên xwe biteqînin li ser şêwaz û bikaranîna alavên teqînê tên perwerdekirin. Piştî Tirkiyê her tiştên wan amade dike û ji bo derbasî Ewropa bibin ew kes taybet bi alîkariya MÎT’ê re derbasî Ewropa tên kirin. Têkilî di navbera DAIŞ û Tirkiyê de çêdibe li ser cihê ku Tirkiyê bixwazê teqîna çêbikin û bi taybet welatê ku li hember şerê DAIŞ disekinin wek Fransa, Emerîka û Brîtanya.''

Ebû Kerem dawiyê dibêje, ‘’Ez bang li herkesî dikim ku ti kes tevlî DAIŞ nebe û durî karê terorîstan bisekine. Her ciwanekî dixwaze tevlî refê DAIŞ û komên terorîstên din bibe bila aqlê wan li serê wan be û neyên xapandin."