Beriya konferansa 'yekîtiyê' civîna PYD-ENKS'ê
PYD û ENKS beriya konferansa li ser yekîtiya navbera Kurdan a 20'ê Adarê di civînekê de li hev kom bûn.
PYD û ENKS beriya konferansa li ser yekîtiya navbera Kurdan a 20'ê Adarê di civînekê de li hev kom bûn.
Partiyên Kurd ên li Rojava, ji bo bûyerênl i Sûriyeyê û hewldanên yekîtiya Kurdan binirxînin di 16'ê Adarê de bi beşdariya hêzên siyasî û civakî ku ENKS jî di nav de bû, civînek lidar xistibûn.
Di civînê de bi taybetî mijara lidarxistina konferansek bi beşdariya hêz û partiyên Kurd hatibû nirxandin.
Piştî civînê daxuyaniyek hate dayin û hate ragihandin ku partiyên siyasî belgeyeke siyasî nirxandin.
Di belgeya navborî de nêrînên Partiyên Yekîtiya Neteweyî ya Kurd (PYNK), partiyên li derveyî wan û ENKS'ê hate ragihandin.
Di daxuyaniya piştî civîna 16'ê Adarê de hate ragihandin ku daxwaza partiyên li derveyî ENKS'ê yên hevdîtina taybet a bi PYD'ê re ya ji bo yekîtiyê hate qebûlkirin.
Îro jî hevdîtin di navbera PYD û ENKS'ê de destpê kir. Çavkaniyên nêzî civînê agahî nedan ku piştî hevdîtinê wê daxuyaniyek bê dayin an na.
Li gorî nûçeya ANHA'yê, komîteya lidarxistina konferansê daxuyaniyek da. Komîteyê diyar kir ku konferansa hevpar wê 20'ê Adarê li Qamişloyê pêk were.