Berhemên çete li Girê Spî didizin, difiroşin gel

Komên çete yên li Girê Spî ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, mermerên ku ji malên gel dizîn û rakiribûn, piştre beramberî 40 hezar lîreyê Sûriyeyê difiroşin xwediyê wê.

Pêkanînên der mirovî yên li Girê Spî, Serêkaniyê û Efrînê ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye her roja diçe zêdetir dibin û dewam dike.

çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li cihên ku dagir kirî dar jî di nav de her tiştî weke ‘xenîmet’ didizin û talan dikin, piştî ku tiştek li malan nehiştin niha dest bi dizîna mermerên malan kiriye.

Li gorî agahiyên hatin girtin koma çete ya bi navê Ehar Şargiye ku di anva koalîsyoan çete ya bi navê ‘Artêşa Mîllî’ ku Enqerê avakiriye, li malên gundê Kefîfa ya Girê Spî dest bi dizîna mermerên malan kirine.

çeteyan ji bo xwediyê malan gotiye ku li beramberî 40 hezar lîreyê Sûriye dikarî mermerên xwe bigirî.