Berdevkê YPG'ê: Erdoğan bi fîdyeya cîhana Rojava êrîş dike

Berdevkê YPG'ê: Sûltanê terorê Erdoğan bi rêya Elmanyayê fîdyeyê ji alema Xiristiyan digire û bi vî rengî êrîş dike û belav dibe. Cîhana rojava jî qels e, bê vîsyon e, jê sûdê werdigire û çavê xwe jê re digire.

Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd, li ser dagirkerî û qirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê bersiv da pirsên ANF'ê.

Mehmûd diyar kir, Sûltan Erdoğan û alîkarên wî DAÎŞ, El Nûsra û El Qaîde, ji ber ku nekarîn ji bejahî ve encamekê bi dest bixin, bi balafir, helîkopter, SÎHA, topxane û tankên Elman êrîşî sivîlan kirin û destpêkê neçar hiştin ku gelê li gundan koçî navenda Efrînê bike.

Mehmûd anî ziman, hêzên wan rojane li dijî van hêzên terorîst çalakiyên serketî kirin, lê belê dema dawî hate dîtin ku hêzên dagirker amadekariya qirkirinê dikin û bi top û balafiran bê navber êrîşî navenda bajêr kirin.

Berdevkê YPG'ê bi bîr xist, ji ber van êrîşan, jin, zarok, koçberên ji derve hatin xwe li Efrînê girtin, gelek sivîl şehîd bûn, malên wan hatin xerakirin, firin, parzûngehên avêt hatin hilweşandin û herî dawî bomberdûman li Nexweşxaneya Avrînê hate kirin.

Mehmûd da zanîn, piştî ku rewşeke wiha rû da bi biryara gelê Efrînê, rêveberiya siyasî û leşkerî ya li Efrînê sivîl ji bajêr derxist û êdî qonaxeke nû ya bi taktîkên gerîla li dijî hêzên dagirker dest pê kir.

Mehmûd got, "Şerê me yê li Efrînê niha dewam dike. Efrîn wê ji bo dagirkeran ti carî nebe cihekî ewle. Heta ku em Efrînê rizgar bikin, em ê têkoşîna xwe bidomînin."

Mehmûd işaret bi rola Rûsyayê ya di qirkirin û dagirkirina Efrînê de kir û got, "Ketina artêşa Tirk û hêzên terorîst nava Efrînê, bi tifaqa bi Rûsyayê re pêk hat. Di berdêla Xotayê de Efrîn danîn ser maseyê. Wekî din, bi şîrketên Rûs re li ser gaza xwezayî û peymanên gumrukê hatin kirin. Qada hewayî li Tirkan hate vekirin. Dewleta Tirk jî çekên herî pêşketî yên NATO'yê, ku çekên kîmyewî jî di navê de hene, bi kar anî."

Mehmûd bal kişand ser armanca dewleta Tirk a bi serkêşiya Erdoğan û anî ziman ku Erdoğan dixwaze bi rêbazên Moğolan li Sûriye û Rojhilata Navîn bibe serdest.

Di dewama axaftina xwe de Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd ragihand, dewleta Tirk rewşa stratejîk a erdnîgariya xwe li dijî hêzên navneteweyî bi kar tîne û wiha dewam kir: "Çek û balafirên NATO'yê, tankên Elmanyayê bi kar tîne. Herî dawî bi navê penaberan bi rêya Elmanyayê 'cizye' yanî fidye ji alema Xiristiyan girt. Bi şandina terorîstan gefê li Ewropayê dixwe. Elmanya jî ji bo xwe ji vê biparêze fidye dide. Çawa ku DAÎŞ'ê li Reqa û Mûsilê ji Xiristiyanan fidye digirt, Erdoğan jî mîna DAÎŞ'ê fidyeyê ji hikumeta Merkel digire. Bi fidyeya ku bi gefxwarinê ji alema Xiristiyan digire êrîşî Rojhilata Navîn dike. Ev erdnîgarî di destê Erdoğan û desthilatdariya wî de ye ku hêzeke terorîst in. Erdoğan qîma xwe bi ya heyî nîne û dixwaze mezintir bibe. Bûye belayê serê gelên Rojhilata Navîn. Cîhan jî wê para xwe ji vê bigire. Mixabin hemû dewlet, hikumet li ber terorîzma Erdoğan û desthilatdariya wî ranebûn. Hêzên navneteweyî dixwazin erdnîgariya stratejîk a Tirkiyeyê li gorî berjewendiyên xwe bi kar bînin û sermaya xwe li gorî wê bi pêş bixînin. Siyaseta cîhana rojava, dewletên Asya û Rojhilata Navîn li pêşberî Erdoğan ê sûltanê terorê ye, qels e yan jî deng e."

Di dawiya axaftina xwe de Mehmûd diyar kir ku divê Kurd, gelên Bakurê Sûriyeyê û hemû hêzên azadî û demokrasîxwaz ên li cîhanê baş zanibin ku wan bi têkoşîna xwe ya li Bakurê Sûriyeyê re cîhan li dijî terorîzmê parastine û got, "Sûltanê Tirk ê damezrînerê terorê, ji bo demokrasî, azadî û lihevkirina civakî ji holê rake êrîşî Efrînê kir û dagir kir. Civata dewletên navneteweyî û tifaqên wan bêdeng in. Civak divê bi berpirsyariyeke xwezayî vê rastiyê nîqaş bikin û li pêşberî vê rastiyê xwe bi rêxistin bikin. Em dibêjin, 'Xwe birêxistin bikin û jiyana azad biparêzin'. Weke YPG em ê heta dawiyê civaka xwe biparêzin."