Berdevkê QSD'ê: Em ê tola şehîdan hilînin

Berdevkê QSD'ê Aram Hena diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hincet û bûyerên pûç û derewîn êrîşan dike û destnîşan kir ku QSD wê teqez bersiva êrîşan bide û tola şehîdan hilîne.

Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Aram Hena li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji ANF'ê re axivî.

Hena anî ziman ku dewleta Tirk bi hincetên derewîn êrîşan dike û êrîşa li Taksîm a Stenbolê bi bîr xist ku hêzên wan îdîayên rayedarên dewleta Tirk red kirin û êrîş şermezar kirin.

Berdevkê QSD'ê Hena destnîşan kir ku hêzên wan amade ne li hemberî her cûre êrîşan, herêmê û xelkê herêmê biparêze û got, "Ti ferqa kiryarên artêşa Tirk a dagirker ên salên dawî û êrîşên doh nîne. Her kes baş zane ku Tirkiye her tim mafên mirovan binpê dike û li dijî sivîlan, navendên jiyanî û xizmetguzarî û perwerdeyê êrîşan dike. Ji ber vê yekê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) amade ne ku li hemberî metirsiyan, çi ji ezmanî çi jî ji bejahî sivîlan biparêzin."

Berdevk Aram Hena bal kişand ser nêzîkatiya Koalîsyona Navneteweyî û diyar kir ku helwesta wan divê tenê di asta nêrînan de nemîne, divê bi erk û berprisyariya xwe rabe.

Berdevkê QSD'ê Aram Hena got, "Bila gelê me bi hêzên xwe bawer bin" û destnîşan kir ku hêzên wan soza fedabûnê dane.

Aram Hena diyar kir ku wê bersiva êrîşan bidin û tola şehîdan hilînin.