Berdevka QSD'ê: Nûçeyên li ser bomberdûmana DYA, derew in
Berdevka Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Cîhan Şêx Ehmed diyar kir, nûçeyên ku îdîa dikin 'Balafirên şer ên DYA bi şaşitî bombe li şervanên li Reqayê barandine' derew e.
Berdevka Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Cîhan Şêx Ehmed diyar kir, nûçeyên ku îdîa dikin 'Balafirên şer ên DYA bi şaşitî bombe li şervanên li Reqayê barandine' derew e.
Medya Tirk duh îdîa kiribû, ku balafirên şer ên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) bombe li Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên li Reqayê barandine û 30 şervanan jiyana xwe ji dest dane.
Berdevka Operasyona Reqayê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk Cîhan Şêx Ehmed li ser mijarê agahî da ANF'ê û destnîşan kir, ku ev nûçe rast nîne û Tirkiye manîpulasyonê dike.
Fermandar Cîhan Şêx Ehmed got, "Ev nûçe bi temamî derew e, ti eleqeya xwe bi rastiyê ve nîne. Em li Reqayê şerekî giran dikin û em ê Reqayê azad bikin. Dewleta Tirk bi weşandina nûçeyên bi vî rengî yên ne rast, dixwaze operasyona me qels bike. Em guh nadin nûçeyên bi vî rengî. Em vê mesajê didin gelê xwe; Berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê Reqayê rizgar bikin û ji barbarên DAIŞ'ê paqij bikin."