Ber bi herêma Babê ya dagirkirî, sewqiyata Şam û Rûsyayê
Hikumeta Şamê, bi piştgiriya hewayî ya Rûsyayê sewqiyateke mezin a leşkerî ber bi herêma Babê ve kir ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin.
Hikumeta Şamê, bi piştgiriya hewayî ya Rûsyayê sewqiyateke mezin a leşkerî ber bi herêma Babê ve kir ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin.
Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku bi piştgiriya helîkopterên Rûs, hêzên hikumeta Şamê sewqiyateke leşkerî ber bi derdora herêma Babê ya li rojhilatê Helebê kiriye.
Li gorî saziya çavdêriyê, tank, fuzeavêj, alavên leşkerî û lojîstîk ber bi eniyên Til Rihal, Digilbaş û Til Zoyanê hatiye kirin.
Hate ragihandin ku li gel vê yekê ji Balafirgeha Leşkerî ya Giwerisê jî ber bi bajarê Tadefê yê nêzî Babê sewqiyat hate kirin.
Sewqiyata leşkerî piştî xitimandina li krîza Idlibê pêk hat. Lihevkirina Rûsya û dewleta Tirk a li ser Idlibê çareyê bi xwe re nîne. Dewleta Tirk hefteyên dawî hêzeke mezin a leşkerî ber bi herêmê ve kir.
Di vê navberê de li eniya Marat Mûxis a li bejahiya Idlibê û eniya Bestrûnê ya Helebê di navbera komên çete yên ser bi dewleta Tirk û hêzên hikumeta Şamê de şer qewimî. Hate ragihandin ku di şer de 2 leşkerên Şamê hatine kuştin.