'Bêdengî rê dide dewleta Tirk ku êrîş bike'

Seroka Desteya Jinê ya Rêveberiya Xweser Adalet Omer diyar kir ku êrîşên ji bo koçberkirinê dewam dikin û got, "Hêzên hegemon ên ji vê sîstemê ditirsin, li hemberî êrişên dewleta Tirk û hêzên li pişt, bêdeng in."

Omer diyar kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk wê têkoşîna gel a xwedî ruhê têkoşînê wê mezin bibe û got, "Gelê me li gel durûtiya cîhanê jî zor û zehmetiyan ji pêşiya xwe radike û li ber xwe dide. Ji xwe eger tu dixwaze bi rengekî azad bijî, hingî berxwedan yekane rê ye."

Seroka Desteya Jinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Adalet Omer li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmê ji ANF'ê re axivî.

'DIXWAZIN ÇETEYAN BI CIH BIKIN'

Adalet Omer anî ziman ku êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ti carî nesekinîn, her tim zêde bûn û li ser armanca van êrîşan got, "Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên 5'ê Cotmehê destpê kirin li hemberî gel bûn. Ji ber ku êrîş li ser wargehên sivîlan û çavkaniyên wan ên debarê hatin kirin. Rayedarên Tirk li pêşiya raya giştî ya cîhanê cihên ku êrîşî wan bike bi eşkere bilêv kirin. Di çarçoveya vê daxuyaniyê de jî kete nava liv û tevgerê. Êrîş li mirovên sivîl hatin kirin. Tevî vê yekê êrîş bir ser yekîneyên ewlehî û aramiya herêmê. Mînak; êrîş bir ser endamên asayîşê yên ku li dijî bikaranîna narkotîkê xwe bi rêxistin dike. Xwest bi êrîşan gel bide koçkirin û bi vî rengî dagirkeriyê hêsan bike. Lewma jî dixwaze ku dagirkeriyeke din bike. Dixwaze sînorên Mîsakî Mîllî diyar bike. Plan dike ku gelê bi sedan sal in li ser vê xakê ye koçber bike û demografiya herêmê biguherîne. Dixwaze herêmê ji xwediyên xwe yên esîl vala bike, çeteyan û malbatên wan li herêmê bi cih bike. Bi rêya çeteyan jî wê hewl bide plan û projeyên xwe yên li ser herêmê bixe meriyetê. Kiryar û pêkanînên xwe yên li herêmên dagirkirî yên mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dixwaze li qadên azad belav bike û ji bo vê jî êrîşên xwe dewam dike."

Adalet Omer ragihand ku êrîş yekser li ser sîstema Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin û got, "Gelên herêmê di nava yekîtî û hevgirtinê de dijîn. Gel herêmê bi rê ve dibe û li herêmê xwedî mafê axaftinê ye. Sîstemek ku pêwîstiya gel bi desthilatdariyê nîne û xwe bi rêxistin dike. Projeyek ku mejiyê desthilatdariya temsîl nake. Ji ber vê yekê ji projeya neteweya demokratîk ditirsin ku rêveberiya xweser ji xwe re dike esas. Li dijî sîstemeke ku civak tê de xwe bi rêxistin dike û xurt dibe, şer didin destpêkirin. Ji ber ku desthilatdariya wan li hemberî gel winda dike. Lewma ji bo sîstem hîn xurtir nebe, gel qetil dikin, êrîşî binesaziyê dikin."

'HÊZÊN HEGEMON BÊDENG DIMÎNIN'

Adalet Omer bal kişand ser êrîş, destavêtin, talan û komkujiyên li herêmên dagirkirî û got, "Hêzên navneteweyî li gorî qanûnên xwe jî tevnagerin. Dewleta Tirk hiqûqa navneteweyî jî binpê kiriye. Li kîjan bajarîn yan jî welatî ewqasî hilweşîn pêk hatiye? Li kîjan welatî êrîş li saziyên sivîl, li qadên jiyanê têne kirin, yan jî mirovên sivîl têne qetilkirin? Li hemberî van kî bêdeng in? Lê belê dema mijar dibe herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hingî her kes xwe bêdeng dikin. Ev bêdengî jî dike ku dewleta Tirk hîn bêhtir êrîş bike û nîşan dide ku hevkariya bi dewleta Tirk re ye. Ji ber ku ev sîstema ku gel di nav de têra xwe dike, li berjewendiyên hêzên hegemon nayê. Her ku gel bi vê sîstemê xwe bi rêxistin dike, gelên li welatên din jî wê bi bandora vê yekê li hemberî desthilatdariyê bêdeng nemînin. Her ku gel xwe bi rêxistin bike jî wê serweriya çîna serwer kêm bibe. Lewma naxwazin ku gel xwe bi rêxistin bikin û bibin xwedî îrade."

Adalet Omer destnîşan kir ku ji ber vê yekê jî hêzên hegemon ên ji vê sîstema xwe dispêre îradeya gel ditirsin, li hemberî êrîşên dewleta Tirk û hêzên li pişt wê bêdeng dimînin.

'TÊKOŞÎN WÊ HÎN MEZIN BIBE'

Adalet Omer bal kişand ser berxwedana gelan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û di dawiya axaftina xwe de got, "Li herêmê bi armanca dagirkeriyeke nû dema dawî êrîş zêde bûn. Lê belê gel li ber êrîşan rabû û nîşan da ku çi dibe bila bibe wê xaka xwe neterikîne. Ev gelê xwedî ruhê têkoşînê, ji destpêka şoreşê ve şer dike û li aliyê din jî xwe bi rêxistin dike. Gelê me li gel durûtiya cîhanê zor û zehmetiyan ji pêşiya xwe radike û li ber xwe dide. Ji xwe eger tu dixwaze bi rengekî azad bijî, yekane rêya vê yekê jî berxwedan e. Ev têkoşîn wê hîn mezin bibe."