Balî: Em ketin qonaxa dawî ya operasyona Baxozê

Li Baxozê di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAÎŞ'ê de şerekî giran diqewime. Rayedarê Buroya Navenda Çapemeniyê ya QSD'ê Mûstefa Balî ji ANF'ê re got, wan ji sê aliyan ve dor li çeteyan girtine û êdî ketine qonaxa dawî ya operasyonê.

Operasyona şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a li gundê Baxozê yê bajarokê Hecînê yê Dêra Zorê êdî di qonaxa dawî de ye. Hindik maye ku deverên dawî yên çeteyên DAÎŞ'ê lê ne bên rizgarkirin.

Rayedarê Buroya Navenda Çapemeniyê ya QSD'ê Mûstefa Balî li ser rewşa dawî ya operasyonê ji ANF'ê re axivî û diyar kir, çete li devereke biçûk asê mane. Balî ragihand, ji sê aliyan ve dor li çeteyan hatiye girtin û got, "Ya wê teslîmî şervanên me bibin, ya jî wê bên kuştin. Rêyeke din êdî li ber wan nemaye."

Balî anî ziman, operasyon wê ji niha û pê ve bi paqijkirina qadê nedome û got, "Ji ber ku li cihekî biçûk mane, eger teslîm nebin wê bi temamî îmha bibin."

Di operasyona Baxozê de şervanên QSD'ê heta niha nêzî 17 hezar sivîl ji herêmê derxistin. Piştî ku sivîl li herêmên ewle hatin bicihkirin, şerekî dijwar dest pê kir û sê roj in bê navber didome. Tê gotin ku heta niha bi dehan çete hatine kuştin.