Balafirên keşfê li ser Kobanê digerin
Balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker li ser esmanên Kobanê re digerin.
Balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker li ser esmanên Kobanê re digerin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin girtin, balfirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker ji saet 15:00’an û vir ve li ser Kobanê û rojhilatê Kobanê difirin.
Ev tevgera keşfê piştî êrîşa 20’ê Cotmehê ya li Kobanê pêk hat û şûnde zêdetir bû. Balafirên keşfê li navenda bajar bombe li wesayîteke sivîl barandibû, 2 sivîl şehîd, 3 jî birîndar bûbûn.