Balafirên şer ên Tirk li ser Efrînê digerin
Artêşa Tirk a dagirker ev 52 roj in êrîşî Efrînê dike. Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagiker ji nizm ve li ser bajêr difirin.
Artêşa Tirk a dagirker ev 52 roj in êrîşî Efrînê dike. Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagiker ji nizm ve li ser bajêr difirin.
Êrîşên dagirkeriyê yên leşker û çeteyên Tirk ên li ser Efrînê, di roja 52'an de bi êrîşên bi balafiran dewam dike. Balafirên şer li ser navenda bajarê Efrînê difirin ku bi sed hezaran sivîl lê dijîn. Hate ragihandin, gelek balafirên şer ji nizm ve li ser bajêr difirin.
Navenda Efrînê û taxên li derdorê duh gelek caran ji aliyê balafirên şer ve hatibûn bombekirin.