Balafirên şer ên Tirk bombe li şehîdgehê barandin
Artêşa Tirk a dagirker bombe li derdora "Şehîdgeha Şehîd Avesta Xabûr" a li Efrînê barandin.
Artêşa Tirk a dagirker bombe li derdora "Şehîdgeha Şehîd Avesta Xabûr" a li Efrînê barandin.
Artêşa Tirk a dagirker ku bi balafirên şer bombeyan li Efrînê dibarîne, êrîşî şehîdgehan dike. Derdora "Şehîdgeha Şehîd Avesta Xabûr" ji aliyê balafirên şer ve hate bombekirin.
Bomberdûman di wê kêliyê de hate kirin ku bi hezaran kes ji bo tevlî merasîma cenaze bibe diçûn şehîdgehê.
Liv û tevgera balafirên şer dewam dike.