Balafirên Rûsyayê derdora Babê bombebaran kir
Balafirên şer a Rûsyayê derdora bajarê Babê ku dewleta Tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wî dagir kiriye, bombebaran kir.
Balafirên şer a Rûsyayê derdora bajarê Babê ku dewleta Tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wî dagir kiriye, bombebaran kir.
Li Babê sê roj in liv û tevgera hewayî ya balefirên şer ên Rûsyayê berdewam dike. Îro danê êvarê balafirên şer derdora bajarê Babê yê ku ji aliyê dewleta Tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wî dagir kiriye, bombebaran kir.
Li gorî agahiyên destpêkê derdora parzûngeha petrolê ya li herêmê hatiye bombebarankirin. Der barê encamên bombebaranê de agahî nehatin bidestxistin.