Bagera Cizîre: QSD gihişte ser sînorê Iraqê
Şervanên Bagera Cizîrê darbeyên giran li çeteyên DAIS’ê dan û gihiştin ser sînorê Iraqê û
Şervanên Bagera Cizîrê darbeyên giran li çeteyên DAIS’ê dan û gihiştin ser sînorê Iraqê û
Pengava Bagera Cizîrê ku 77 roj in berdewam dike, şervanên QSD’ê bi pêş ve diçin. Şervan îro gihiştin ser sînorê Iraqê. Şervanên Pengava Bagera Cizirê yên ku ji aliye şîrketên Tenek ve ketin tevgerê û di 3 rojan de 40 km bi pêş vê çûn, îro siharê gihiştin ser sînorê Iraqê ku dikeve 9 km bakurê El Bukemalê.
Di pêşvêçûna şervanan de di navbera çeteyên DAIŞ’ê û şervanên QSD’ê de şerê giran rû da. Di encama pêvçûnê de gelek çete hatin kuştin, 11 cenazeyên çete û hinek sîlehên giran û cebilxanaya çeteyan ketin destê şervanan û her wiha meşîneyên zirxî jî.