Bagera Cizîrê: Gundê Sebha hate rizgarkirin, 15 çete hatin kuştin
Pêşveçûnên şervanên QSD'ê didomin. Di çarçoveya Pengava Bagera Cizîrê ku 113 roj didome de şervanan gundê Sebha ji çeteyan rizgakirin û 15 çete hatin kuştin.
Pêşveçûnên şervanên QSD'ê didomin. Di çarçoveya Pengava Bagera Cizîrê ku 113 roj didome de şervanan gundê Sebha ji çeteyan rizgakirin û 15 çete hatin kuştin.
Şervanên Pengava Bagera Cizîrê îro jî pêşveçûnên xwe domandin.
Li gundê Sebhayê ku 20 kîlometre dikeve bakûrê Hêvin û 29 kîlometre dikeve Başûrê Meyadînê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerê dijwar rû da.
Di encama şer de gundê Sebhayê hate rizgarkirin û 15 çete hatin kuştin. Li aliyê din wesayîteke bombebarkirî jî di nav de 2 wesayît hatin îmhakirin.