Bagera Cizîrê: Gundê Elî Şahî hate rizgarkirin
Şervanên QSD’ê di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê ya ji bo rizgarkirina Dêra Zorê de, gundê Elî Şahî rizgar kirin û êrîşên li ser gundê Tuyemî jî şikandin.
Şervanên QSD’ê di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê ya ji bo rizgarkirina Dêra Zorê de, gundê Elî Şahî rizgar kirin û êrîşên li ser gundê Tuyemî jî şikandin.
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de pêşveçûna xwe dewam dike. Di encama şerê navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de yê li gundê Elî Şahî ya ku 16 km dikeve rojhilatê Dêra Zorê, gundê Elî Şahî hate rizgarkirin. Di şerê li gund de 5 çete hatin kuştin û wesayîteke doşka barkirî jî hate rûxandin.
Li aliyê din çeteyên DAIŞ’ê êrîşî nuqteyên şervanên QSD’ê yên li gundê Tuyemî yê dikeve rojhilatê bajarê Dêra Zorê kirin. Li ser bersivdayîna şervanên QSD’ê di navbera şervan û çeteyan de şer qewimî. Di şer de 13 çete hatin kuştin û hewaneke ya çeteyan jî hate rûxandin. Her wiha rêjeyek cebilxane û çeteyek jî bi saxî hate dlîlgirtin.