Bagera Cizîrê: Gundê El Loziye hate rizgarkirin

Şervanên QSD'ê gundê El Loziye yê Dêra Zorê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. Li lojmanên li herêma El Umerê jî dest bi operasyona paqijkirinê kirin. Li van her du herêman di şer de 11 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Pêngava Bagera Cizîrê, ku şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di 9'ê Îlonê de dest pê kirin, dewam dike.

Şervanên QSD'ê gundê El Loziye yê bi 34 kîlometreyan li başûrê rojhilat ê Dêra Zorê ye ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. Li vî gundî şer de 8 çete hatin kuştin, 2 wesayitên çeteyan jî hatin rûxandin.

Şervanan wekî din li lojmanên herêma petrolê ya El Umer dest bi operasyonê kirin. Li vir jî di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ'ê de şer derket. Di encamê de 3 çete hatin kuştin, wesayitek doçka li ser bû hate rûxandin.