Bagera Cizîrê: Bi pêngava nû dawiya DAIŞ’ê tînin!

Hêzên QSD’ê ragihand bi pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê ‘Şerê dawîkirina terorê’ ya li rojhilatê Çemê Firat dane destpêkirin ber bi qonaxa dawî ve çûne.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku ji 10’ê Îlona 2018’an ve ber bi qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ve çûne. Gelek fermandarê QSD’ê û rûspiyên eşîretên herêmê tevlî civîna çapemeniyê ya li navçeya Şedad a Kantona Hesekê hate lidarxistin bûn.

QSD’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku weke Hêzên Sûriyeya Demokratîk di tinekirina terorê ya li rojhilatê Çemê Firatê de bi israr in, anî ziman ku wê erkê xwe yên mirovahiyê bi cih bînin.

Daxuyaniya ku ji aliyê Lîwa Abdullah ve hate xwendin wiha ye:

“Ev bû saleke hêzên me destpêkirina Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina bejahiya Dêra Zor û Hesekê ragihandiye. Di pêngavê de, bi sedan gund, bi hezaran sivîl ji lepên rêxistina DAIŞ`ê ya teror û rûpareke mezin ji axa her du parêzgehan hate rizgarkirin. Ev yek jî bi alîkarî û koordîneya di navbera hêzên me û Koalîsyona Navneteweyî ya aliyê ezmanî û topavêjan de pêk hatiye. Tenê herêma Hecîn û bejahiya wê di bin kontrola rêxistina terorê de maye.

Hêzên me duh ango roja Duşmenê (10 Îlon 2018) di saetên şevê de, qonaxa dawî a pêngava xwe ya serkeftî û ya dawî ya li rojhilatê Çemê Firatê ya bi navê ʺŞerê Tunekirina Terorêʺ ji çar aliyan ve ku tunekirina rêxistina DAIŞ`ê li baregeha wê ya dawî dike hedef, destpê kir. Di vê qonaxê de, wê gund û bajarokên Hecîn, El-Sosa, El-Şefa û gund û gundikên wê werin rizgarkirin. Ev herêma ku were rizgarkirin, rûbera wê di navbera 35 km dirêjî û 10 km firehî de ye û wê encamên qonaxên me ya Bagera Cizîrê tacîdar bibe.

Di vê qonaxa dawî a Pêngava Bagera Cizîrê de, wê tugayên Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê, yekîneyên Hêzên Parastina Sînor, tûgayên taybet ên YPG-YPJ, balafirên Koalîsyona Navneteweyî li ser asta şopandin û hedefkirina nuqteyan wê beşdar bibin. Her wiha wê topavêjên Koalîsyona Navneteweyî bi koordîneya bi artêşa Iraqê re bi rêya hedefkirina nuqteyên sabit ên terorê, destekê bidin hêzên me.

Em wek Hêzên Sûriyeya Demokartîk ku di tunekirina terorê li rojhilatê Çemê Firatê bi israr in, lê em bi berpirsyariyên xwe yên mirovî radibin. Di vê çarçoveyê de, hêzên me korîdoreke mirovî nêzî bajarokê El-Bhera vekir da ku sivîlan rizgar bikin. Her wiha tîmên me yên taybet kampeke lezgîn ji bo pêşkêşkirina xizmetên lojistîk û tenduristî ji koçberan re amade kiriye. Di heman demê de, hêzên me di derbarê agahiyên li ser kesên ku hatine revandin û çarenûsa wan ne diyar e de, wê bi pozîtîf nêz bibin û wê bi erka xwe ji bo diyarkirina çarenûsa kesên hatine revandin rabe.”