Bagera Cizîrê: Şervanên QSD'ê îstasyoneke petrolê û gundê Bûseyra rizgar kir
Şervanên Pêngava Bagera Cizîrê şîrketa petrolê û gundê Bûseyra rizgar kirin.
Şervanên Pêngava Bagera Cizîrê şîrketa petrolê û gundê Bûseyra rizgar kirin.
Şervanên Pêngava Bagera Cizîrê şîrketa petrolê û gundê Bûseyra rizgar kirin.
Îstasyona petrolê 35 kîlometreyan li Başûrê Rojhilatê Dêrazorê ye û îro şervanên QSD’ê ev der rizgar kirin.
Di şerê li vê derê de 19 çete hatin kuştin. Wesayîteke cebilxaneyan, 2 wesayîtên ku doçka li ser wan bûn hatin îmhakirin. 7 cenazeyên çeteyan tevî rext û çekên wan ketin destê şervanên QSD’ê.
Di heman demê de şervanan gundê Bûseyra jî rizgar kirin. Ev gund di sêgoşeya Ava Xabûr û Firatê de ye. Li vê derê 5 çete hatin kuştin û hinek cebilxaneyên çeteyan ket destê şervanan.