Bagera Cizîrê: 6 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şerê 24 saetên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ango ‘Şerê Tunekirina Terorê’ eşkere kir. QSD’ê diyar kir ku di nava 24 saetan de 6  çete hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şerê 24 saetên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir. QSD’ê ragihand ku di nava 24 saetan de 6 çete hatine kuştin û miqtarek çek û cebilxane ketine destê şervanan.

QSD’ê di daxuyaniyê de ev agahî parve kir;

Eniya Baxoz: Şervanên me li hemberî nuqteyên çeteyan çalakiyek li dar xist. Di encamê de hejmareke çete hatin kuştin, her wiha windahiyên madî yên çeteyan çêbûn. Çeteyan ji xwezaya herêmê ku dar lê pir in, sûd wergirt û êrîşeke dijber pêk anî û xwestin di nav daran re êrîşî şervanên me bikin. Dema gihiştin nêzî nuqteyên şervanên me, şervanan êrîş şikand. Paşê di navbera hêzên me û wan de şerên giran derketin, dîsa jî hejmarek ji wan hate kuştin. Ji ber mayin û xwezaya herêmê me agahî der barê kuştiyên wan de bi dest nexistin.

Balafirên koalîsyonê tuneleke ku çeteyan bi kar dianî, rûxand, lê nehate zanîn bê ka çete di tunelê de hebûn an na.

Di saetên şevê de, tevgereke terorîstan tevî gelek alavên wan li derdora gundê El-Murşidê hebû. Li ser vê yekê hêzên koalîsyonê ew dever bi topan kir hedef. Di xebatên paqijkirina gundê El-Murşidê de şervanên me miqdarek çek û cebilxane dîtin.

Eniya Hecîn: Şerên giran di navbera şervanên me û çeteyan de li vê eniyê rû dan. Şervanên me li vir bi pêşve çûn. Di şerê li vir de hejmarek çete hatin kuştin û windahiyên wan ên madî çêbûn.

BÎLANÇO

- 6 çete hatin kuştin.

 -Balafirên koalîsyona 4 caran, di nav de 3 bi fuzên Haymerz, êrîş pêk anîn.

- Tunelek û baregeheke terorîstan hatin rûxandin.

- Topek hewan û hejmarek heşweyên wê, topek fûzeya germî ketin destê şervanan.