Bagera Cizîrê: 3 gund hate rizgarkirin, 21 çete hatin kuştin
Pêşveçûnên şervanên QSD’ê li Dêra Zorê didomin. Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de şervanên QSD’ê 3 gundên din jî rizgarkirin.
Pêşveçûnên şervanên QSD’ê li Dêra Zorê didomin. Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de şervanên QSD’ê 3 gundên din jî rizgarkirin.
Pêngava Bagera Cizîrê 116 roj li pey xwe hişt. Şervanên QSD’ê îro piştî şerê dijwar gundên El Mehmîda, Erz El Zîr û El Mecîd ku 28 kîlometre dikeve başûrê rojhilatê Meyadin û 20 kîlometre dikevin bakurê Hecînê, rizgarkrin.
Di encama şerê li her 3 gundan de 21 çete hatin kuştin û mîktarekî cebilxaneya çeteyan kete destê şervanan.