Bagera Cizîrê: 151 çete hatin kuştin

Şervanên Pêngava Bagera Cizîrê li bajarokê Xeraniç darbeyên giran li çeteyên DAIŞ’ê da û 151 çete kuştin.

Di çarçoveya Pengava Bagera Cizirê ya 122 roja berdewam dike de, şervanên QSD’ê bi pêş ve diçin.

Îro di dema pêşveçûnên şervanên QSD de, li bajorokê Xeraniç ya 34 km dikeve başurê rojhilatê Meyadinê di navbera çete û şervanan de şerê dijwar qewimî.

Di şer de 151 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Hat ragihandin ku di şer de şervanên QSD’ê jî şehîd bûne, lê têkildarî hejmaran agahiyên zelal nehatin bidestxisitn.

Li aliyê din şervanên QSD’ê komeke çeteyên biyanî (jin û mêr jî di nav de) ku dema dixwestin ji dorpêça şervanên QSD’ê birevin, hatin ferqkirin. Li ser vê yekê di navbera şervanan û çeteyan de şer qewimî. Ji koma çeteyan kesekê xwe teqand, 3 çete hatin kuştin û yên din jî hatin bêbandorkirin.