Asya Abdullah û Salih Muslim bûn hevserokên PYD’ê

Di kongreya 9’emîn a PYD’ê de Asya Abdullah û Salih Muslim weke hevserokên nû hatin hilbijartin.

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) duh li bajarê Hesekê bi tevlêbûna 700 delegeyan 9’emîn kongreya xwe li dar xist.

Di kongreya ku di roja duyemîn de berdewam kir de, Asya Abdullah û Salih Muslim weke hevserokên nû hatin hilbijartin. Ji bo Meclîsa Giştî ya PYD’ê 145 endam hatin hilbijartin.