Fermandariya Giştî ya Asayişê di daxuyaniya nivîskî de got, ‘’Dewriyeyeke ji sê wesayitan a hêzên rejîma Sûriyê li Qamişlo ketiye qada ku hêzên me lê ne û hin sivîl desteser kirine.’’
Her wiha hate gotin, ‘’Leşkerên dewriyeya rejîmê dema ku ji niqteyên me derbas bûn bi çekên sivil û navîncî li hêzên me reşandine’’ û domarî hate diyarkirin ku hêzên asayişe jî bersiv dane êrîşê.
Fermandariyê got, ‘’11 endamên rejîmê hatine kuştin, 2 jê birîndar bûne. Di şer de 7 endamên me şehîd bûne û endamekî me birîndar bûye.’’
Di daxuyaniyê de bi domdarî hate gotin, ‘’Em Hêzên Ewlehiya Navxwe ya Bakurê Sûriyê soz didin şehîd û gelê xwe ku destkeftiyên şoreşê û gelê xwe biparêzin. Ji kûderê were bila were, li dijî hemû kesên ku destkeftiyên gelê me dikin hedef, tevlîheviyê dikin, aramiyê xira dikin, em ê li ber xwe bidin.’’