Artêşa Tirk û çete êrîşî rejîmê dikin

Artêşa Tirk a dagirker û komên çeteyan ên girêdayî wan li bajaroka Neyrabê ya Îdlîbê li dijî hêzên rejîmê yên Sûriyeyê êrîşeke berfireh dan destpêkirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî li dijî bajaroka Neyrab a Îdlîbê êrîşeke berfireh dan destpêkirin.

Artêşa Tirk ji duh şev û vir ve bi topan êrîşî bajaroka Neyrabê ya li rojavayê Seraqîbê dike û îro nîvro jî bi tank û çekên giran dest bi êrîşê kirin.

Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a li Londrayê jî ragihand ku êrîş hatine destpêkirin.

Çend roj berê çeteyan êrîşî Neyrabê kiribûn, ketibûn hin herêman û hêzên rejîmê dîsa ev bajarok bi dest xistibûn.

Balefirên şer ên rejîma Sûriyeyê herêmên Qimênas, Til Misêbîn û Erîhayê bomberdûman kirin. Balefirên Rûsyayê jî li herêmên Şehirnaz û Horteyê dan.