Artêşa Tirk sivîlên Efrînê direvîne û êşkenceyê li wan dike!

Artêşa Tirk li Efrînê sivîl revandin û êşkence li wan kir. Diyar bû artêşa Tirk malên gel talan dike û çeteyan bi cih dike.

Artêşa Tirk a dagirker li gundê Kîmare yê navçeya Şêrawa ya Efrînê 2 birayên bi navê Ehmed Hesen û Mûrad Hesen revandin. Artêşa Tirk bê sedem herdu bira revandin û êşkence li wan kir.

Dîsan li aliyê din li gundê Gîrzîlê yê Şêrawa Mihemed Elo Ûmer (45) û Ebdûlrehman Welo (50) revandin û birin cihekî ne diyar. Li aliyê din çeteyên ji Gûttayê anîn li malên wan bi cih kirin.

Li gundê Qere Gûl yê navçeya Bilbilê jî Mihemed Birîm jî ji bo fîdyeyê hate revandin.

Çavkaniya ku agahî dayî, da diyar kirin ku di demên dawî de li Efrînê revandina sivîlan zêde bûye.

ÇETE TÊN BI CIH KIRIN

Di dîmenên hatine weşandin de jî xuya dike ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê demografiya Efrînê diguherîne û çeteyên ji derve hatine li Cindirêsê bi cih dike.