Artêşa Tirk li Sûriyeyê nuqteyeke nû ya leşkerî ava kir

Artêşa Tirk, kiryarên dagirkeriyê yên li Sûriyeyê didomîne. Li rojavayê Hamayê, nuqteyeke nû ya leşkerî ava kir.

Artêşa Tirk a dagirker li qada navbera Qestûn û Sehil Xab ên li rojava yê Hamayê, nuqteyeke nû ya leşkerî ava kir.

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li nêzî gundê Afîsê yê li rojavayê Seraqibê, artêşa Tirk a dagirker nuqteyeke leşkerî ava kiriye.

Hate ragihandin ku nuqteya leşkerî li cihekî nêzî milîsên Îranê hatiye avakirin.

Li Idlibê 64 nuqteyên leşkerên Tirk ên dagirker hene.