Artêşa Tirk li gundê Um Kêf bombeyên mîsketê bi kar anî

Meclisa Leşkerî ya Til Temirê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker li gundê Um Kêfê bombeyên mîsketê yên qedexekirî bi kar aniye.

Ji Fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Til Temir Ehmed Keleş ragihand ku artêşa Tirk a dagirker bi bombeyên mîsketê gundê Um Kêfê bombebaran kir.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê danê sibehê saet 04:00’an ve gundê Um Kêf ê Til Temirê bomberdûman dike.

Fermandar Ehmed Keleş da zanîn ku zêdetirî 150 topên hawanê li derdora Til Temir û bi taybet gundê Um Kêf ketine û wiha berdewam kir: “Ji saet 04.00’ê sibê û heta saet 09.30’an bê navber artêşa Tirk bombeyên mîsketê yên di qada navneteweyî qedexe ne, avêtin, di encamê de 6 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn, ziyanên madî çêbûn û ceyran qut bû."

Fermandariyê diyar kir ku piştî êrîşan hêzên Rûsyayê mudaxele kirine.

‘EM AMADE NE BERSIVÊ BIDIN’

Ehmed Keleş anî ziman ku ew ji bo bersivdayîna êrîşên ku pêk werin, amade ne û bang li dewletên garantor (Rûsya û DYA) kir ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku sivîlan dike hedef, sînoran deynin.

Ehmed Keleş di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di şerê ku ev 2 sal in didome de dewleta Tirk a dagirker xwest îradeya hêzên leşkerî yên QSD’ê û meclîsên wan ên leşkerî bişkîne, lê nekarî. Niha jî dixwaze vîna gel bişkîne. Lê gelê me ligel me li ber xwe dide, ji ber ku ev hêz ji zarokên wan pêk tên û soza berxwedanê heta dawiyê didin.”

Artêşa Tirk a dagirker di Îlona 2021’an de navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê bi bombeyên mîsketê bombebaran kiribû. Di encama bombebaranê de Ehmed Fecîr Şedhan birîndar bibû.