Artêşa Tirk li Efrînê dîwaran lê dike

Artêşa Tirk ji bo Efrînê tevlî xaka xwe bike dîwarên dagirkeriyê lê dike. Artêşa dagirker, hejmara baregeh û qereqolên xwe yên li derdora bajêr jî zêde dike.

Dewleta Tirk a dagirker, sala 2015'an piştî daxuyaniyên Erdogan bi bahaneya 'ewlekariya sînor' ji navçeya Şiyê heta navçeya Raco ya Efrînê li ser sînorê Tirkiyeyê dest bi lêkirina dîwêr kir. Dagirkeran piştre ji Efrînê heta Dêrikê bi 760 kîlometreyî dîwar dirêj kirin.

Artêşa Tirk a dagirker bi avakirina dîwar li derdora kantona Efrînê, teqez dike ku niyeta wê parçekirina xaka Sûriyeyê ye û hewl dide Efrînê tev li wîlayeta Hatayê bike.

GEL NERAZÎBÛNÊ NÎŞAN DIDE

Kiryarên Tirkiyeyê hêrsa şêniyan zêde kir. Şêniyan li pêşiya navenda lihevanînê ya Rûsyayê helwestên xwe diyar kirin û bang kirin ku ev kiryar werin sekinandin û dagirker ji Efrînê derkevin. Her wiha bang li rejîma Sûriyeyê kirin ku helwesta xwe diyar bike û derfetê nede ku senaryoya Lîwa Îskenderûnê dubare bibe.

MAL Û DIBISTAN ŞEWITANDIN

Artêşa Tirk a dagirker ev hefteyek e dîwar bi dirêjahiya 900 metre ji gundê Kîmar heta gundên Cilbira û Meryemîn ava dike. Bilindahiya dîwar jî 3 metre ye.

Beriya avakirina dîwar, artêşa Tirk a dagirker 15 mal li gundê Cilbira (Cilbil), dibistana gund û sehrîca avê rûxandin. Piştre li derdora gund xendeq kolandin û dîwar danîn û baregehên leşkerî û qereqol li wan gundan ava kirin.

REVANDIN, DESTESERKIRIN

Di hundirê bajarê Efrînê û gundên wê de, artêşa Tirk a dagirker hewl dide rastiya kiryar û binpêkirinên xwe yên li dijî şêniyan veşêre. Ji aliyekî din ve jî, destûr nade dezgehên çapemeniyê û saziyên hiqûqî rastiya rewşa Efrînê bişopînin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li kesên ku çek li gel hebin, tevî ku yên nêçîrê bin an jî di belgeyên rûxsetkirina çekan ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê de hebin, 50-400 hezar lîre li ser wan ferz dikin ku bidin.

Li gundê Telif ê navçeya Cindirêsê jî çeteyên artêşa Tirk a dagirker 100-300 kîlo ji her erebeyekê ku barê êzingên zeytûnê rakirine, distîne.

Li gundê Celemê ev hefteyek e ku çeteyên Feyleq El-Şam welatiyên bi navên Şiyar Ekrem Kelxelo, Delîl Mihemed Elûş, Mihemed Morî, Îbrahîm Nehle Kelxelo û Heyser Ebdulrehman Sêfo revandin û heta niha çarenûsa wan ne diyar e.

Ji aliyekî din ve jî bi destpêkirina demsala cotkirina nava zeytûnan, şêniyên gundên Etmana, Şadiya, Qude, Koliya, Barbine û Hesen ên navçeya Raco dest bi cotkirina nava zeytûnên xwe kir. Lê çeteyên artêşa Tirk a dagirker û bi taybetî çeteyên Firqet El-Hemzat li ser her darekê 100 lîreyên Sûriyeyê li ser cotkaran ferz dikin ku bidin wan.