Artêşa Tirk ketina nav Efrînê qedexe kir, terorê dike

Artêşa Tirk ketina nav Efrînê ya ku dagir kirî qedexe kir. Sivîlên ku dixwazin vegerin malên xwe jî binçav dike.

Li Efrînê piştî ku dagirker ketin nav bajêr talankirin didome, hêzên dagirker ketina nav bajêr qedexe kir. Leşkerên Tirk û çeteyên hevkarên wan ên sûc ketina nav bajêr girtin û nahêlin sivîl werin bajarê xwe.

Li gorî agahiyan ciwanên ku nekarîn ji Efrînê derkevin an jî dixwazin vegerin ji wan re tê gotin,’’an tevlî OSO bibn an jî girtîgeh’. Tê gotin gelek ciwan bi vî rengî hatine binçavkirin.

Çete li ser hesabên medya civakî wêneyan par ve dikin, di dîmenan de deste ciwanan ji paş ve girêdayiye, her wiha çavê wan jî. Ev ciwanên ku hêzên dagirker ên Tirk ew binçav kirin, ji bo ku naxwazin tevlî nav çeteyan bin, gefê li wan dixwin ku wan bibin girtîgeha Ezazê yan jî Tirkiyê.

Qedexeya li ser bajêr, binçavkirin û gef, weke hesabên bi mebesta guherandina demografiye têne nirxandin. Rejîma Tirk beriya niha gelek caran gotibûn ew ê peaneberên li Tirkiyê lix aka Kurdan bi cih bikin. Dewleta Tirk ji bo penaberan ji fonên Yekîtiya Ewropayê sûd werdigire.

Li bajêr talana leşkerên Tirk û çeteyên wê didomin, bi sed hezaran nişticihên bajêr ji bo ku rastî li hovîtiya leşkerên Tirk û çeyeyên wê neyên xwe li herêmên dora Efrînê girtine. Sivîlên ku xwe li Çola Şehbayê girtine bi şertên pir giran dijîn.