Artêşa Tirk ji Kampa Atmê bigire hata Cindirêsê gel bomberdûman dike

Êrîşên arêtşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li dijî gundên derdor û navçeya Cindirês a Efrînê dewam dike.

Artêşa Tirk a cih û warên navçeya ku 4 hezar kes lê dijîn bi tank, top û balafiran dirûxîne, ji vê Pênçşemê ve ji Atmeyê heta Cindirêsê gund û derdorî wê bomberdûman dike.

Di dema ku bi hezaran welatî jî Efrînê ber bi Cindirêsê ve ketin rê,artêşa Tirk bomberdûmana xwe doman; ziyanên mezin dan cihên kar, baxçeyên zeytûnan û malên sivîlan.

Welatiyên navçeyê anîn ziman ku wê hewldana dagirkirina dewleta Tirk qebûl nekin û cih û warê xwe neterikînin.

Jineke ji Cindirêsê bibîr xist ku beriya du rojan balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker gelek cih û kargehên welatina bombe kirin û got: “Dixwazin me bitirsînin, lê em natirsin û em cihên xwe naterikînin.”