Artêşa Tirk gundên Şehbayê topbaran dike

Artêşa Tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wî gundê Qeramil ê Şehbayê topbaran kir. Di encamê de ziyanên mezin gihaştin dibistana seretayî ya gund.

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û komên paramîlîter ên girêdayî wî , du roje êrîşên xwe li ser kantona Şehbayê zêde dikin. Hêzên dagirker bi 8 topban gundê Qeramil ê navçeya Fafînê kir hedef. Di encamê ziyanên mezin gihaştin dibistana seretayî ya gund.

Dewleta Tirk a dagirker û komên paramîlîter ên girêdayî wî duh gundên Qeramil, Xirnata, Um El-Hoş, Hirbil, Semoqa, Bendava Şehbayê, Hesiyê, Şêx Îsa, Til Rifetê û Nîrabiyê bi obus û moşekên grad dan ber topan.

Topbarana li ser van gundan dem dem dewam dike.