Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Artêşa Tirk êrîşî ciwanan kirin: 2 ciwan birîndar bûn

Di dema ciwanan ji bo li dijî tecrîda giran a li ser Ocalan ber bi dîwarê dewleta Tirk a li navbera Nisêbîn û Qamişloyê ketin rê de, leşkerên Tirk bi bombe atar û guleyan êrîşî ciwanan kirin. Di êrîşê de du ciwan birîndar bûn.

Di dema meşa ciwanan a bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC) û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ber bi herêma artêşa Tirk a navbera Nisêbîn û Qamişloyê dîwar lê dikir de dimeşiyan, leşkerên Tirk bi bombe atar û guleyan êrîşî ciwanan kirin.

Di êrîşa leşkeran a li ser ciwanan de 2 ciwan birîndar bûn. Hate ragihandin ku yek ji ciwanên birîndar bûye, rewşa wî giran e. Ciwan rakirine nexweşxaneyê û tên dermankirin.