Artêşa Tirk êrîş bir ser gundên Kobanê
Hêzên dagirker ên Tirk bi tankan bombe li gundên li rojavayê Kobanê barandin.
Hêzên dagirker ên Tirk bi tankan bombe li gundên li rojavayê Kobanê barandin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, êrîşa hêzên dagirker saet 10:30'î dest pê kir. Bi tankan êrîş li gundên Zormixar, Xirab Eto, Çariqlî û Aşmê hate kirin. Ji ber êrîşê xisar li malên gundiyan bû.