Artêşa Tirk dîsa êrîşî Girê Spî kir

Artêşa Tirk a dagirker êrîî bire ser gundê Sûsikê yê Kantona Girê Spî.

Li gorî nûçeya ANHA’yê artêşa Tirk li gorî saeta herêmî saet 18:30’î bi çekên lûle dirêj êrîş bire ser gundê Sûsikê yê Kantona Girê Spî.

Heta niha têkildrî ziyanên êrîşê ti agahiyek nehatiye girtin, hate ragihandin ku êrîş dewam dikin.

Beriya niha di êrîşa artêşa Tirk a 1’ê Mijdarê ya li ser gundê Til Findir a Girê Spî de zaroka keç a bi navê Sara Mûstefa ya 6 salî hatibû qetilkirin.

Her wiha 2'yê Mijdarê de jî dema nûçegihanên ANHA’yê Gulistan Muhemed û Îbrahîm Ehmed ku li herêmê êrîş dişopandin hatibûn hedefkirin û hatibûn birîndarkirin.