Artêşa Tirk bombeyan li bejahiya Eyn Îsayê dibarîne
Artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe bombeyan li gundên El Mişêrfê û Cehbel ên li rojhilatê Eyn Îsayê dibarînin.
Artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe bombeyan li gundên El Mişêrfê û Cehbel ên li rojhilatê Eyn Îsayê dibarînin.
Artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete, ji nû ve bombeyan li bejahiya bajarokê Eyn Îsayê dibarînin.
Li gorî agahiyan, artêşa Tirk tevî çeteyên xwe bombeyan li gundên Mişêrfê û Cehbelê yên li rojhilatê bajarok û rêya bejahî ya M4 dibarînin.
Artêşa Tirk a dagirker her wiha deverên nêzî qada çalakiyê ya li pêşiya biryargeha Rûsyayê jî bombe kirin.