Artêşa Tirk a dagirker Eyn Îsa, Til Rifet û Til Temir topbaran kir-NÛ BÛ

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran Eyn Îsa, Til Rifet û Til Temir topbaran kir.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derdora saet 02:00’an bi çekên giran li Rêya M4 û gundên Dibis û Hoşan ên Eyn Îsayê xist.

Têkildarê hurguliyên topbaranê agahî nehate girtin.

TIL RIFET

Dewleta Tirk a dagirker ji gundê Kîlcbrîn a Ezazê ya dagirkirî gudnên Eyn Deqnê û Belûniyê yên girêdayî Til Rifetê bombebaran kir.

TIL TEMIR

Di saetên sibehê gundê Til Şenan ku gundek yê Asûriyan e û dikeve Rojhilatê Til Temirê bû armanca çekên giran ên artêşa dagirker a Tirk û çeteyê wê.