Artêşa Tirk a dagirker êrîşî bajarokê Basûtê dike
Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê di roja 35'an de ne. Hêzên dagirker û êrîşî cih û warê sivîlan dikin, topan diavêjin bajarokê Basûtê yê li navçeya Şerawa.
Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê di roja 35'an de ne. Hêzên dagirker û êrîşî cih û warê sivîlan dikin, topan diavêjin bajarokê Basûtê yê li navçeya Şerawa.
Dewleta Tirk a dagirker duh êvarê êrîş biribû ser konvoya sivîlan a ji herêmên Cizîr û Firatê dihate Efrînê.
Êrîşên artêşa Tirk ên li dijî sivîlan vê sibehê jî dewam kirin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, artêşa Tirk a dagiker topan diavêje bajarokê Basûtê yê navçeya Şerawa ya Efrînê.