Artêşa Tirk a dagirker dibistanên li Efrînê kiriye leşkergeh

Artêşa Tirk ku tevî komên xwe yên çete Efrîn dagir kiriye, bi kiryarên xwe sûcên li dijî mirovahiyê dike. Li gel kuştin û revandina mirovan, talankirina xweza û berhemên dîrokî, eşkere bû ku gelek dibistanên li bajêr weke baregehên leşkerî bi kar tîne.

Ne di xeyalên xwendekarên Efrînê de bû ku rojeke ji rojan dibistana wan bibin hedefa belafirên dewleta Tirk yan jî bibin zindan an jî bibin navenda îsîxbaratê ku li wan cihan hemû kiryarên dij mirovahiyê li ser mirovan were kirin.

Ne di bala xwendekarên Efrînê de bû ku rojekê xewn, daxwaz û çarenûsa wan li pey wan bimîne û berê xwe bidin herêma Şehbayê.

Di êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Efrînê de 86 dibistan hatin rûxandin li kêlekê wê jî 52 hezar xwendekar ji van 42 hezar xwendekarên seretayî, 9 hezar xwendekarên navîn, 550 xwendekarên amadehî û 450 xwendekarên zanîgehê ji xwendinê û perwerdê qût bûn. 

Lê tevî rewşa nebaş û di şert û mercên koçberiyê de hejmarek ji xwendekarên Efrînê li herêma Şehba xwendin û perwerdeyên xwe di kamp û baniyên ruxandî de berdewam kirin. Nêzî 14 hezar xwendekar li Şehba heman xwendina ku li Efrînê dixwendin didomînin.

Di destpêka salê borî de dewleta Tirk a dagirker operasyonek leşkerî bi navê “Şaxê Zeytûnê” da destpêkirin di wê demê de û di serî de cihên dîrokî, bendavên avê, dibistan, nexweşxane û sivîl hetin hedefkirin û diyar bû ku dewleta Tirk a dagirker hevpeymana parastina cihên perwerde û naxwşxaneyan ên ku di sala 1907’an hatiye lidarxistin derbas kir.

Ji bo wê jî ajansa ANF’ê nav û dîrokên hin dibistnên ku hatine rûxandin û yên ku veguherîne zîndan û navenda istixbaratê eşkere kir.

Nav û dîrok wiha ne: 

Nevçeya Reco:
Dibistana amedeyî ya nevçeya Reco di dîroka 12-02-2018’an de hat rûxanidin.
Dibistana seretayî ya navçeya Reco di dîroka 12-02-2018’an hat rûxanidin.
Dibistana gundê Şediyo di dîroka 12-02-2018’an hat rûxanidin. 
Dibistana gundê Çiya 12-02-2018’an hat rûxandin.
Dibistana gundê Kurkê di dîroka 12-02-2018’an hat rûxandin.
Dibistana gundê Dimliya di dîroka 12-02-2018’an hat rûxandin.
Dibistan gundê Mûsê di dîroka 14-02-2018’an hat rûxandin.
Dibstana gundê Çelo di dîroka 14-02-2018’an hat rûxandin.
Dibistan gundê Dêrwîş di dîroka 14-02-2018’an hat rûxandin.
Dibistan gundê Zivinkê di dîroka 12-02-2018’an hat rûxandin.
 Dibistan gundê Hecîka jorîn di dîroka 12-02-2018’an hat rûxandin.
Dibistana gundê Hecîka jêrîn di dîroka 12-02-2018’an hat rûxandin.
Dibistan gundê Sorkê di dîroka 12-02-2018’an hat rûxanidn.

Navçeya Şera
Dbistana gundê Şîltetê di dîroka 10-03-2018’an hat rûxandin.
Dibistana gundê Demo di dîroka 10-03-2018’an hat rûxandin.
Dibistana gundê Qestel Cindo di dîroka 10-03-2018’an hat rûxandin.
Dibistana gundê Baflon di dîroka 10-03-2018’an hat rûxandin.
Dibistana gundê Dîkmedoşê di dîroka 13-03-2018’an hat rûxandin.
Dibistana gundê Dêrsiwan di dîroka 13-03-2018’an hat rûxandin.
Dibistana gundê Emara di dîroka 13-03-2018’an hat rûxandin.
Dibistan gundê Merso di dîroka 13-03-2018’an hat rûxandin.
Dibistana gundê Çemo di dîroka 13-03-2018’an hat rûxandin.

Navçeya Bilbilê:
Dibistan gundê Bîbeko di dîroka 12-02-2018’an hat rûxandin.
Dibistana gundê Qurnê di dîroka 12-02-2018’an hate rûxandin.
Dibistana gundê Zerê 12-02-2018’an hat rûxandin.
Dibistana gundê Şêxorzê 12-02-2018’an hat rûxanidin.
Dibistana gundê Elî kerê di dîroka 12-02-2018’an hat rûxanidin.
Dibistana gundê Xudriya di dîroka 12-02-2018’an hat rûxandin.
Dibistana gundê Ebîdonê di dîroka 12-02-2018’an hat rûxanidin .
Dibistana gundê Kontana di dîroka 12-02-2018’an hat rûxandin.
Dibistana gundê Şerqiyo di dîroka 12-02-2018’an hat rûxandin.
Dibistana gundê Elendora di dîroka 12-02-2018’an hat rûxandin.
Dibistana seretayî ya nevçeya Bilbilê di dîroka 12-02-2018’an hat rûxandin

Navçeya Cindirêsê:
Dibistana Aşka Rojava di dîroka 12-02-2018’an hat rûxandin.
Dibistana Celemê di dîroka 12-02-2018’an hat rûxandin.
Dibistana Axcelê di dîroka 12-02-2018’an hat rûxandin.
Dibistan amadeyî ya nevçeya Cindirêsê di dîroka 12-02-2018’an hat rûxandin.
Dibistana Awê Cehnimê di dîroka 11-03-2018’an hat rûxanidn.

Piştî dagirkeriyê jî di dibistanan de zimanê Tirkî weke zimaneke fermî li gelê Efrînê tê ferzkirin li kêlekê wê jî wêneya serokkomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan bi awayekî fermî di hemû dibistanên Efrînê de hatiye daliqandin.

Dibistanên ku ji aliyê dewleta Tirk ve veguherîne navendên leşkerî jî wiha ne:

Dibistana Şehîd Ezîme (Emîr Xûbarî) ya ku li navenda bajara Efîrnê dikeve. 
Dibistan Kulîlkên Efrînê (Ezhar Efrîn) ya ku dikeve taxa Efrîna nû ew dibistan jî taybet e.      
Dibistana xirabî Şera.
Paymengeha Viyan Amara ya ziman û wêjeya Kurdî.
Dibistana Şehîd Hêzil (Îtîhad El-Erebî) a Seretayî.
Dibistana navçeya Bilbilê a Navîn. 
Dibistana navçeya Mabata ya Navîn û Amadeyî.
Dibistana navçeya Şiyê