Artêşa Tirk a dagirker bombe li gundên Til Temir û Minbicê barand

Artêşa Tirk a dagirker topbaran li gundên Temir û Minbicê kirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Derdara yê li bakurê navçeya Til Temirê û li ser rêya navçeya Zirganê ye doh bi şev bi hawan û obusan topbaran kirin.

Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê jî ragihand ku artêşa Tirk a dagirker gundên Dendeliyê, Camûsiyê, Edese û Seyade yên li bakurê rojavayê bajarê Minbicê ne, topbaran kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, artêşa Tirk ji baregeha xwe ya li gundê Yaşlî yê dagirkirî gundên navborî bi hawanan topbaran kir.