Artêşa Sûriyeyê ji Elbûkemalê vekişiya
Artêşa Sûriyeyê bajarokê Elbûkemalê yê li ser sînorê Iraqê terikand ku roja 9'ê Mijdarê bi dest xistibû. Bajarok ji aliyê DAIŞ'ê ve hate dagirkirin.
Artêşa Sûriyeyê bajarokê Elbûkemalê yê li ser sînorê Iraqê terikand ku roja 9'ê Mijdarê bi dest xistibû. Bajarok ji aliyê DAIŞ'ê ve hate dagirkirin.
Artêşa Sûriyeyê, bajarokê Elbûkemal ê wîlayeta Dera Zorê ku cihekî stratejîk e û li ser sînor e, roja 9'ê Mijdarê kontrol kiribû. Lê belê hêzên artêşê duh xwe ji bajarok vekişandin. Rayedarên artêşa Sûriyeyê ragihandin, ji ber ku wan nekarî bakurê bajarok kontrol bikin, neçar mane xwe vekişînin.
Artêşa Sûriyeyê, sala 2014'an xwe ji bajarokê Elbûkemal vekişandibû û bajarok ji aliyê DAIŞ'ê ve hatibû dagirkirin.
Elbûkemal ku li ser sînorê Iraqê ye, li pêşberî deriyê sînor ê El Qaîmê ye. Li bakurê vî bajarokî, 'Pêngava Bagera Cizîrê' ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk dewam dike.