Artêşa Sûriyeyê bi piştgiriya hewayî ya Rûsyayê dor li bajarokê Seraqîb ê stratejîk girt, ku otobanên M4 û M5 li wê herêmê digihêjin hev.
Li herêmê ku hêzên rejîmê doh bi şev ketin taxa wê ya destpêkê, şerekî dijwar diqewime. Îro jî bajarok artêşa Tirk a dagirker û artêşa Sûriyeyê bombeyan li çeperên hev dibarînin.
Dewleta Tirk ji bo pêşî li pêşveçûna artêşa Sûriyeyê bigire, çend roj berê 4 nuqteyên cuda yên leşkerî li dora Seraqîbê ava kiribû û gelek çek û leşker veguhastibû herêmê.
TIRKIYE JÎ ÊRIŞÎ NÛBÛL Û ZEHRA DIKE
Artêşa Tirk jî bi topan êrişî nehiyeyên Nûbûl û Zehra yên li bakurê Helebê dike ku ji aliyê hêzên ser bi Îranê ve tê kontrolkirin. Li aliyê din artêşa Tirk îro jî sewqiyata leşkerî li herêmê kir.
RÛSYA: LEŞKERÊN ME MIR
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, di du hefteyên dawiyê yên meha Çileyê de li nava herêmên bêşer zêdeyî 1000 êriş hatin kirin.
Wezareta Karên Derve ye Rûsyayê ragihand ku rojên dawî di êrişan de pisporên leşkerî yên Rûs û Tirk mirin, lê detay neda.
ENDAMÊN ÎSTÎXBARATA RÛS HATIBÛN KUŞTIN
Di destpêka meha Sibatê de 4 endamên îstîxbarata Rûs ên hewl dan der barê sewqiyata leşkerî ya dewleta Tirk a li Seraqîbê di navbera rayedarên Sûriye û Tirk de hevdîtinê organîze bikin, ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve bi birîndarî dîl hatin girtin û piştre hatin kuştin.
Piştî vê bûyerê konvoya leşkerî ya dewleta Tirk a li nêzî Seraqîbê bû hedefa Rûsya û Sûriyeyê û li gorî daxuyaniya fermî 8 leşkerên Tirk miribûn.
KREMLÎN: BERPIRSYARÎ YA TIRKIYEYÊ YE
Di daxuyaniya Kremlînê de jî hate gotin, "Milîtanên li Idlibê yên di bin berpirsyariya Tirkiyeyê de ne êrişên xwe yên li dijî hêzên hikumeta Sûriyeyê û bingeha leşkerî ya Rûs a li Sûriyeyê dewam dikin."
KONSEYA EWLEKARIYÊ YA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ 'BI LEZGÎNÎ' DICIVE
Di vê navberê de Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji ber aloziya li Idlibê wê îro bi lezgînî bicive.