ANF’ê xwe gihand kitekitên operasyona li dijî DAÎŞ’ê ya li Cerablûsê

ANF’ê xwe gihand kitekitên operasyona ku hêzên Koalîsyona Navneteweyî di 16’ê Hezîranê de li ser 3 gundên Cerablûsê li dar xistibû û ev yek careke din îspat kir ku herêmên di bin dagirkeriya Tirk de ji bo DAIŞ’ê herêmên ewle ne.

Hêzên Koalîsyonê di 16’ê Hezîranê saet di 00:30’an de li Cerablûsê bi operasyoneke ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê pêk anîn, fermandarê payebilind ê DAIŞ’ê Hanî Ehmed El Kurdî û çeteyên DAIŞ’ê bi wî re hatin girtin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmê dane, îstixbarata serçeteyê DAIŞ'ê Hanî Ehmed El Kurdî ku di operasyonê de dîl hatiye girtin, ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve hatiye dayîn.

9 helîkopteran li gundên Îhêmer (di nexşeyê de Haymar), Hîmîra û Xendûra yên Cerablûsê ku li ser sînorê Tirkiyê ne operasyon li dar xistin. 3 helîkopterên beşdarî operasyonê bûne ji baregeha Emerîkayê ya li Kobanê Xirab Işkê û 6 helîkopterên din jî ji Şedadê rabûn. Çavkaniyan diyar kirin ku derdora 100 leşker beşdarî operasyonê bûne, du helîkopter tenê leşker hildabûn û helîkopterên din jî helîkopterên êrîşê bûn.

Di operasyona ku nîv saetê dom kir de tenê helîkopterek daket û pevçûn çênebû. Serçeteyê DAIŞ’ê a rêxistina terorê Hanî Ehmed El Kurdî û 2 kesên pê re di mala xwe ya li gundê Îhêmerê de asê mabûn teslîm bûn.

DI MALÊ DE TUNELÊN KU HEYA TIRKIYEYÊ DIÇE DERKET HOLÊ

Her çendî girtina çeteyên SMO yê Hanî Ehmed El Kurdî ku girêdayî dewleta Tirk in li gundê Hîmîra (li ser nexşeyê El Humira) belav kirin jî, di nûçeya yekem de navê vî gundî hat derket pêş.

Lê belê li gorî hêzên koalîsyonê nîşan didin di koordînatê de (36°45′N 37°55′E) serkirdeyê çeteyan li gundê Îhêmer ê ku 12 km dûrî Tepe Seyad a Minbicê û 4 km dûrî sînorê Tirkiyê ye, hatiye girtin.

Gundê ku Hanî Ehmed El Kurdî lê hatiye girtin, di bin serweriya komên çete yên Sûltan Mûrat de ye, ku yek ji komên çeteyên "Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê-SMO" ya herî nêzî Tirkiyeyê ye.

Çavkaniya me diyar kir ku di bin mala ku El Kurdî û 2 çeteyên pê re dîl hatine girtin de tunelek ku ber bi Tirkiyeyê ve diçe hatiye dîtin û got, “Piştî derxistina van 3 kesan, leşkerên Tirk gund û mal dorpêç kirin û hemû delîl û belge îmha kirin. "

HANÎ AHMET EL KURDÎ KÎ YE?

Bavê Hanî El Kurdî, Fewaz El Kurdî ku xelkê Reqayê ye, dema ku QSD’ê operasyona rizgarkirina Reqayê dabû destpêkirin, waliyê DAIŞ'ê yê Reqayê bû. Di sala 2017’an de di operasyona hêzên Koalîsyona Navdewletî û QSD'ê ya ji bo rizgarkirina Reqayê de, di encama êrîşeke hewayî de hat kuştin.

Heman çavkaniyê da zanîn ku Hanî Ehmed El Kurdî ku niha temenê wî nêzîkî 40 salî ye, di şerê Reqayê de reviyaye herêmên ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin û nêzîkî 2-3 sal in li Cerablûsê ye. Hanî Ehmed El Kurdî ku ji aliyê hêzên koalîsyonê ve erka çêkirina teqemenî û balafirên keşfê yên DAIŞ'ê hatiye dayîn, di heman demê de di navbera hucreyên veşartî yên DAIŞ'ê de li herêmên weke Reqa, Dêrezor û Minbicê diyalog pêk aniye û pêdiviyên wan yên çek û cebilxaneyê temîn kiriye.

Çavkanî diyar kirin ku li herêmên Sûriyeyê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, weke Cerablûsê, di nava SMO de çeteyekî DAIŞ’ê heye û gotin, “Fermanên girîng û naskirî di nava SMO’ê de nînin. Bi guhertina navan, xwe bi karên cuda ve girêdidin, karê xwe yê sereke bi îstîxbarata Tirk re dimeşînin. Ji ber ku Hanî El Kurdî navê bavê xwe jî bi kar anî, destpêkê di çapemeniyê de weke 'Emîrê DAIŞ'ê yê Reqayê' hat ragihandin, piştre li Cerablûsê bi karê mazotê xwe kamûfle kir.”

Hêzên Koalîsyona bi pêşengiya DYE’yê beriya niha bi helîkopteran li herêmên nêzî sînorê Tirkiyeyê operasyonek pêk anîbû û di encamê de fermandarên payebilind ên DAIŞ’ê hatibûn kuştin.

Di 27’ê Cotmeha 2019’an de jî “xelîfeyê DAIŞ’ê” Ebûbekir Bexdadî li gundê Barişa yê 4 km dûrî sînorê Tirkiyê ye, bi heman şêweyî û di encama operasyoneke Emerîkayê de bi helîkopteran hat lêxistin û kuştin. Hat îdiakirin ku Bexdadî û 2 jinên xwe di dema operasyonê de bi êlekên xwe yên xwekujiyê teqandine.

Di 3’ê Sibata 2022’an de cîgirê Bexdadî Ebû Îbrahîm El Haşimî El Qureşî (El Selbî) di operasyoneke koalîsyona bi pêşengiya DYA’yê de li Atme ya li ser sînorê Tirkiyeyê yê Idlibê hat kuştin. Hate gotin ku Qureşî bi teqandina êlekê xwe yê xwekujiyê miriye.

Tevî ku têkiliyên Tirkiye-DAIŞ'ê bi belgeyên di çapemeniya azad de hatine îspatkirin jî, di gelek nûçeyên çapemeniya navneteweyî de û di îtîrafên çeteyên DAIŞ'ê yên girtî de, kuştina rêveberên DAIŞ'ê yên li herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê de careke din rastiyan derxistiye holê.

Dîsa hêzên koalîsyonê li herêmên weke Efrîn û Cerablûsê yên beriya niha ji aliyê dewleta Tirk ve hatibûn dagirkirin, çeteyên DAIŞ’ê bi êrîşên hewayî kuştin. Yek ji wan berdevkê DAIŞ’ê Ebû Hesen El Muhacir bû ku di Cotmeha 2019’an de li Cerablûsê di encama êrîşeke asîmanî ya Emerîkî de hat kuştin.

Lê operasyona ku hêzên Koalîsyona bi pêşengiya DYA’yê di 16’ê Hezîrana 2022’an de li Cerablûsê pêk anî, ji van hemûyan xwedî taybetiyeke cuda ye û yekemîn in. Tevî ku Bexdadî û Qureşî li ser sînorê Tirkiyê û herêmên di bin kontrola wê de bin jî, Îdlib ne herêmeke ji aliyê dewleta Tirk ve bi operasyonê hatiye dagirkirin.

HERÊMEN DAGIRKIRÎ JI BO DAIŞ’Ê HERÊMÊN EWLE NE

Cerablûs herêma ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin û bi gotina 'Ez li dijî DAIŞ'ê operasyonê dikim' operasyoneke çeteyên DAIŞ'ê cara yekemîn bi helîkopterekê li yek ji herêmên dagirkirî yên Tirkiyeyê ku hevparê hêzên koalîsyonê ye tê kirin.

Çavkaniyekî ji koalîsyonê ku nexwest navê xwe eşkere bike îdia dike ku ev operasyon bêyî agahiya Tirkiyeyê hatiye kirin.

Dewleta Tirk û rêveberiya wê ya niha desthilatdariya AKP-MHP’ê, teror û faşîzm bi xwe ye. Ne tenê 100 sal in li hemberî Kurdan û gelên din pêkanînên DAIŞ’ê pêş xistiye, di heman demê de parastvaniya DAIŞ’ê bi xwe jî girtiye ser milên xwe.

Her çendî îdia dike ku li dijî DAIŞ’ê operasyon pêş xistiye jî, lê di 24’ê Tebaxa 2016’an de ji Cerablûsê dest pê kir piştre Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî dagir kir û ev yek herî zêde sûd da DAIŞ’ê. Dema ku çeteyên DAIŞ’ê bi hevkariya MÎT’ê li van herêman xwe ji nû ve birêxistin kirin, her hêza ku hevkarê Tirkiyeyê ye, hem bi endam û hem jî bi pêkanînên xwe bûye DAIŞ.

Dewleta Tirk ji xemsariya hêzên navneteweyî ewqas hêz girt ku ne tenê DAIŞ li herêmên ku dagir kiribû birêxistin kir û ji çeteyên DAIŞ’ê artêşeke rezerv a bi navê SMO ava kir. Di heman demê de di Hezîrana 2022’an de emîrekî berê yê DAIŞ’ê yê bi navê Huseyîn El-Raad jî wek nûnerê ‘Meclisa Xwecihî ya Resûlêyn’ erkdar kir. “Meclisa Xwecihî ya Resûlêyn” her çendî avabûneke dagirkeriyê ye ku ji aliyê Tirkiyê ve hatiye avakirin, lê belê saziyeke ku Tirkiye dixwaze weke sivîlan li bajêr nîşan bide. Di avahiyeke wiha de, biryardariya Huseyîn El-Raad ku yek ji kesên nêzîkê Bexdadî ye, weke nûnerê bêhişmendiya Tirkiyê di vê mijarê de eşkere dike. Bi kurtasî, hemû herêmên ku Tirkiye dagir kiriye, bûye gora gelan û mirovahiyê û bûye cihê ewlekariya DAIŞ'ê.

Hin kes hene ku operasyona DAIŞ’ê ya ku di 16’ê Hezîranê de ji aliyê hêzên Koalîsyona bi pêşengiya DYA’yê li Cerablûsê pêk anî, weke peyameke siyasî ji bo Tirkiyeyê ku têkiliyên wê bi DAIŞ’ê re eşkere bûne û dixwaze êrîşên dagirkeriyê yên nû li ser herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin, dinirxînin. Hin çavkaniyan diyar dikin ku DYE’yê xwe amade dike ku hin komên di nava SMO de wekî "rêxistinên terorê" bi nav bike.

Eger ev peyamek ji bo Tirkiyeyê bi wateya ‘Êrîşeke nû ya dagirkeriyê bike’ be, peyama heyî ne ji bo rawestandina Tirkiyeyê ye. Dîsa wê têrê neke ku hin çeteyên SMO yên di bin fermandariya dewleta Tirk de weke “rêxistinên terorîst” werin binavkirin.

Yekane rêya berdewam a têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ev e divê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Sûriyeyê werin sekinandin û piştgiriya dagirkeriyê neyê kirin.