Anarşîst Elena: Rojava ji bo me tecrûbeyeke girîng e

Rojava, bi berxwedana li dijî faşîzm û dagirkeriyê, bi civaka azadîparêziya jinê, ekolojîk û demokratîk re bala rêxistinên anarşîst ên li cîhanê kişand. Anarşîst Elena got, "Ji ber ku serketina Şoreşa Rojava serketina rêxistinên şoreşger ên cîhanê ye."

Şoreşa Rojava ku bi bexwedana xwe ya dîrokî ya li dijî faşîzma dewleta Tirk û DAÎŞ'ê bû navendeke balkêş a cîhanê, di asta navneteweyî de piştgiriyeke xurt werdigire.

3'ê Kanûnê rêxistinên anarşîst ên li Uruguay, Brezilya, Arjantin, Katalonya, Elmanya, Fransa, Swîsre, Îtalya, Yewnanistan, Zelanda Nû û koma 'Têkoşîn Anarşîst' a li Rojava, bi sernavê "Rojava cîhan parast, niha jî cîhan wê Şoreşa Rojava biparêze" daxuyaniyeke hevpar da. Endama yek ji van rêxistinên anarşîst Elena li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.

Anarşîst Elena diyar kir ku anarşîst ji destpêkê ve piştgiriyê didin şoreşên sosyalîst û enternasyonalîst û got, "Kengî şoreşek pêk hatibe, eger anarşîst li wê derê bin tevlî bûne, ne li wir bin ji derve ve piştgirî dane. Eger em bi taybetî qala Rojava bikin; em Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê gelekî nêzî têkoşîna xwe dibînin. Bi destberdana ji sîstema dewletê, em piştgiriyê didin wê sîstemê ku civakê ji bingehê ve diafirîne, federal e, lê nenavendî ye. Her wiha li Rojava azadiya jinê û ekolojî girîng têne dîtin.

Ji aliyekî ve em piştgiriyê didin gelê ku ji bo azadiya xwe şer dike, li aliyê din jî karaktera enternasyonalîst a vê şoreşê dibînin. Ev ji bo gelekî girîng e. Serketina Şoreşa Rojava di heman demê de serketina rêxistinên şoreşger ên li tevahiya cîhanê ye. Dema ku mirov li dijminên Şoreşa Rojava dinerin hingî faşîzmê, zîhniyeta kapîtalîst û serweriya mêr dibînin."

Anarşîst Elena diyar kir ku dema ew Rojava dinirxînin, dibînin ku ji komunan heta bi xweseriya jinê gelek tiştên dikarin qalê bikin hene û got, "Fikrê avakirina civakeke hevpar a ji gelek pêkhateyên cuda ji bo me tecrûbeyeke girîng e."

Anarşîst Elena bal kişand ser daxuyaniya hevpar a rêxistinên anarşîst û bi bîr xist ku van rêxistinan mohra xwe danîne binê daxuyaniya ji bo piştgiriya bi Şoreşa Rojava re: 
"Coordination anarchiste brésilienne (CAB, Brésil), Fédération anarchiste uruguayenne (FAU, Uruguay), Fédération anarchiste de Rosario (FAR, Argentine), Organisation anarchiste de Cordoba (OAC, Argentine), Union communiste libertaire (France), Embat (Organisation anarchiste de Catalogne), Alternative Libertaire / Fédération communiste anarchiste (AL / fdca, Italie), Anarchist Federation (Greece), Roja y Negra – Organizacion Politica Anarquista (Buenos Aires – Argentine), Organisation socialiste libertaire (OSL, Suisse), Die Plattform (Allemagne), Libertäre Aktion (LA, Suisse), Aotearoa Workers Solidarity Movement (AWSM, Nouvelle-Zélande) û Têkoşîn Anarşîst (Rojava)."

Anarşîst Elena destnîşan kir kue v rêxistinên anarşîst xwedî îdeolojiyeke hevpar nînin û got, "Di heman demê de pêwîstiyê bi rêxistiniya polîtîk dibînin. Eger li welatekî rêxistinî hebe, dixwaze pêwendiyê bi rêxistiniya li welatên derve jî deyne. Armanca me danîna tevneke şoreşger a enternasyonalîst e. Ji dîrokê û vir ve gelek projeyên cuda hebûn. Ev kar dewama kar û kevneşopiya beriya niha ye.

Em qala pêvajoyek ji 30 salî dikin. Bêguman di vir de qezençkirin û windakirina hêzê ya konjonkturel heye. Dema ku li cihekî xurt be, dikare li cihekî din lawaz be. Mînak beriya 30 salî hin rêxistiniyên gelekî xurt ên rêxistinan hebû. Îro zêde hêza wan nemaye. Îro rêxistiniyên nû bi rengekî xurt derdikevin holê. Li hin welatan rêxistinî di pêvajoya pêşketinê de ne. Hînê tevlî vê kampanyayê nebûne, lê belê em di wê baweriyê de ne ku ew jî dixwazin tevlî bibin."