Amûdiyan 5 şehîden Gurzê Gelan veşartin

Bi tevlêbûna bi hezaran şêniyên navçeya Amûdê 5 şehîdên pêngava Gurzê Gelan veşartin. Di merasîmê de hate gotin, ''Gelê Rojava ketiye rêya azadiyê, kes nekare wî ji rêya azadiyê bikişîne.”

Îro bi hezaran şêniyên navçeya Amûdê li pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan pêşwaziya cenazeyên her 5 şehîdên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) kirin ku di êrişa çeteyên DAIŞ`ê ya li ser girtîgeha Sînaa de şehîd bûbûn.

Navên şehîdan wiha ne: Hisên Hesen (Hisên), Mihemed Xelef (Mihemed), Luey Hisên (Luey Amûdê), Mihemed Elî Hecr (Agîd Agirî) û Farûq Ismaîl (Farûq).

Şêniyan cenazeyên şehîdan hilgirtin ser milan û derbasî goristana Şehîd Ismaîl bûn.

Li goristanê bi deqeyeke rêzgirtinê, hemû şehîdên azadiyê hatin bibîranîn. Paşê Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Zîwer Elî axivî û sersaxî da malbatê hemû şehîdan û diyar kir ku qehremaniya şehîdan hêjayî ye ku hemû zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser rêya fedekariya wan perwerde bibin. Di sed sala 21`an de Kurdan serkêşiya mirovahiyê kir.

Zîwer Elî da zanîn ku êrişa çeteyên DAIŞ`ê di serî de bi armanca tunekirina nasnameya gelê Kurd bû û bi destê gelek dewletên din têkibirina destkeftiyên şoreşa Rojava bû û wiha got: “Şoreşa Rojava li dijî hemû êrişan li ber xwe dide, gelê me jî ji bo têkbirina terora DAIŞ`ê amade ye.”

Zîwer Elî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir  divê gelê herêmê li kêlek şervanên QSD`ê xwedî erkekê bin û ew ê heta dawiyê li ser xeta şehîdên xwe tê bikoşin.

Piştre endama Kongra Star Şîlan Ehmed jî da xuyakirin ku berxwedana gelê Hesekê û hevkariya wan bi hêzên leşkerî re li ser valaderxistina êrişên DAIŞ`ê cihê sekina bi rûmet dibînin, hemû pêkhate bi erka xwe rabûn û wiha pê de çû: “Gel ji dîrokê re isbat kir ku welatparêzî cihê rûmetê ye.”

Şîlan Ehmed got, “Çeteyên DAIŞ`ê ev êriş ne bi tena serê xwe kir, lê belê bi alîkariya hevalbendên xwe kir. Me azadî ne bi hêsanî bi dest xistiye, ji ber wê em tu carî dest ji azadiya xwe bernadin. Divê em ji rijandina xwînê netirsin; gelê Rojava ketiye rêya azadiyê de, tu kes nikare wî ji rêya azadiyê paş de vegerîne."

Merasîm bi veşartina cenazeyên her 5 şehîdan bi dawî bû.