Allûş: Malbatên DAÎŞ’ê yên li kampan rîskeke mezin in!

Hevseroka Konseya Karên Mirovî ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Zozan Allûş diyar kir ku heke ji bo malbatên DAÎŞ’ê yên li kampan tevdîr neyê stendin dibe ku rîskeke mezin pêk were.

Hevseroka Konseya Karên Mirovî ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Zozan Allûş diyar kir ku çareseriya ji bo hevjîn û zarokên çeteyên DAÎŞ’ê, parçeyekî têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê ye. Allûş diyar kir ku heke tevdîr neyê stendin dibe ku di dahatûyê de ev zarok ji nû ve terorê bidin avakirin.

Allûş diyar kir ku hejmara malbatên DAÎŞ’ê roj bi roj zêde dibe û got ku, “A niha hêza me tuneye ku em ewlehiya wan pêk bînin, pêdiviyên wan ên rojane bi cih bînin û wan perwerde bikin. Ji ber vê jî divê her dewlet xwedî li peywirên xwe derkevin.”

Hevjîn û zarokên çeteyên DAÎŞ’ê yên ku teslîm bûne û di demên dawîn de ji Dêra Zor û Baxozê derketine li Kampên Eyn Îsa, Roj û Hol ên qadên Rêveberiya Xweser a Demokratîk dimînin.

Bi pêngava Baxozê re hejmara giştî ya li Kampa Holê 64 hezar û 114 kes e û ji van malbatan 6 hezar jê malbat û zarokên çeteyên DAÎŞ’ê ne. Li Kampa Eyn Îsa jî 3 hezar jin û zarok hene yên ku di nav DAÎŞ’ê de mane û li Kampa Roj jî ev hejmar 2 hezar e.

Hevseroka Konseya Karên Mirovî ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Zozan Allûş diyar dike ku bi pêngava Minbicê re malbatên DAÎŞ’ê hatine qadên wan û got ku “Bi pêngava Reqayê re gelek malbatên DAÎŞ’ê hatin qadên me.A niha li sê kampan, li Eyn Îsa, Hol û Rojê malbatên çeteyên DAÎŞ’ê hene. Nêzikbûna me ya li hemberî jinan piçekî cihê ye. Hinek jê ji bo hevjînên xwe yên çete, hinek jê ji bo zarokên xwe û hinek jê jî bi baweriya xwe hatine. Ji bo veqetandina van kesan xebat didomin. Lê beriya her tiştî nêzikbûna me ya li van kesan mirovî ye. Lê derbarê van kesan lêkolîn tê kirin. Hinek jê li sûcên xwe mikur tên. Yên ku sûc kirine, beriya ku ew werin, em dizanin wan çi sûc kirine. Lê peywira me ev e ku, em van malbatan bişînin kampan. Kampên wan kesan cihê û taybet e. Cihê wan û yê penaberan ji hev cihê ne.”

Allûş qala kêşeyên li van kampan kirin ên ku malbatên çeteyên DAÎŞ’ê lê hene û got ku, “Li Eyn Îsayê me ji bo jinan bernameyeke perwerdehiyê dabû destpêkirin. Hin jinan êdî rûyê xwe vekirin û destûr dan ku zarokên wan here dibistanê. Lê piştre jineke bi navê Daye Ahmed Misirî hat û van jinan dîsa dest bi girtina rûyên xwe kirin û nexwestin êdî zarokên xwe bişînin dibistanê. Ev jinên wisa şîddetê li jinên dikin. Dema ku ev tişt tê kirin, li gorî wê hesap jî tê pirsîn. Bûyerên wisa zêde tune. Lê gelek jin hene ku dixwazin ji feraseta qirêj a DAÎŞ’ê xwe xelas bikin û dest bi jiyaneke civakî bikin. Ji ber ku êvaran em nikarin elektrîkê bidin hemû kampan ev kêşe pêk tên. A niha hêza me tuneye ku em her roj elektrîka van kampan berdin. Lê dema ku em rastî van sûcan tên em van jinan dixin girtîgehê. Lê em nikarin van hemûyan têxin girtîgehê, jixwe girtîgeheke me ya wisa mezin jî tune. Em dixwazin ew hînî jiyaneke normal bibin. Lê hin jin hene ku 2,3 jin dikarin hemû kampên rakin ser lingan. Ev jin ji xwezaya jinê bi dûr ketine û şîddet û zextan rewa dibînin.”

XEBATÊN LI SER JINAN

Allûş diyar kir ku heke jinên ji Sûriyeyê yên ku sûc nekiribin, wan dişînin ba malbatên wan û got ku, “Van jinan heke mirov nekuştibin û bi tenê li wir mabin, malbatên wan, tên wan dibin. Lê lêpirsîna li ser wan bi mehan didome. Dema ku derkeve holê wan sûc nekirine, em wan dişînin ba malbatên wan. Ji bo jinên ku ne hemwelatiyên Sûriyeyê jî xebateke navneteweyî heye. Xaça Sor vê xebatê dimeşîne. Di heman demê de komîteyên me yên Konseya Karê Derve jî bi awayekî fermî têkilî bi dewletan re datînin. Heke li ba me jinên ji Fransayê hebin, em têkiliyê bi hikumeta Fransayê re datînin. Heta niha Emerîkayê jinek û du zarok, Sûdanê jî 5-6 jin û zarok birin. Rûsyayê hin malbat birin. Endonezyayê gelek jin û zarok birin. Belçîkayê diyar kir ku ew dikarin jinan bibin lê ew ê zarokan nebin. Me jî diyar kir ku an divê hemûyan bibin an jî em ê rêyeke din bibînin. Fransayê tu malbat nexwest. Di encama van hevdîtinan de, me dît ku tu dewlet bi cîddî nêz nabin. A niha em li ser alternatîfa dadgeheke navneteweyî nîqaşan dikin.”

‘PÊWISTÎ BI DIBISTANÊN TAYBET HENE’

Allûş bal kişand ser vî tiştî ku piştî têkçûna leşkerî ya DAÎŞ’ê ji bo jinan û zarokan dibistanên taybet hewce ne û got ku “Plan û stratejiyeke me heye. A niha em bi koalîsyonê re hevdîtinan dikin. Erê di warê leşkerî de DAÎŞ qediya lê feraseta wê neqediya. Divê ji bo veguherîna van malbatan hewldan werin kirin. Ji bo vêya jî aborî û pisporî hewce dike. Divê ev malbat û penaberên ku li qadên DAÎŞ’ê mane, werin perwerdekirin. Ji bo perwerdekirina van kesan kom û mirovên profesyonel hewce ne. Li kampên me dibistan hene. Li Eyn Îsa 6 dibistan hene, 5 ji bo penaberan û yek jî ji bo zarokên çeteyên DAÎŞ’ê. Li Kampa Roj ji bo zarokên DAÎŞ’ê dibistanek heye lê li Kampa Holê dibistan tune. Ev dibistanên normal in. Lê ji bo van zarokan dibistanên taybet hewce ne. Gelek bername û planên me hene , lê em bi tena serê xwe nikarin wan pêk bînin. Hêzên derve û koalîsyon jî dibêjin ‘Hûn mafdar in, projeyeke mezin hewce ye ‘ lê heta niha tu alîkarî nedane. Êdî ê me hêza me nemaye ku wan pêdiviyan wan bi cih bînin û wan perwerde bikin. Gelek zarokên DAÎŞ’ê hene. Ev zarok ji bo dahatûyê rîsk e. Heke ev zarok neyên perwerdekirin wê sibê di dahatûyê de bi rêya van zarokan rêxistinên terorîst werin avakirin. Ji ber vê jî divê hemû dewlet xwedî li peywirên xwe derkevin. Divê ji vê meseleyê re çareseriyek were dîtin.”