Aldar Xelîl: Bi roketên NATO'yê êrîşî Rojava kirin

Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Aldar Xelîl got, roketên ku dewleta Tirk pê êrîşî Rojava kir, ji aliyê NATO û Amerîkayê ve hatine çêkirin û destnîşan kir ku hêzên rê dane êrîşê, hevparê êrîşê ne.

Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Aldar Xelîl li ser êrîşên şeva Şemiyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ANF'ê re axivî.

Aldar Xelîl bi bîr xist ku bi destpêkirina krîza Sûriyeyê re dewleta Tirk her tim dest li Sûriyeyê werda û li gel dagirkirina Cerablûs, Bab, Ezaz, Idlib, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê got, "Dewleta Tirk naxwaze li Sûriyeyê aştî û demokrasî pêk were, naxwaze krîz bi dawî bibe. Xwe ji krîzan xwedî dike."

Aldar Xelîl anî ziman ku desthilatdariya AKP-MHP'ê li gel dirêjkirina krîza Sûriyeyê her wiha dixwaze li ser desthilatdariyê bimîne û ji bo karibe nîşan bide ku 'serketineke mezin' bi dest xistiye, dixwaze raya giştî ya Tirkiyeyê û raya giştî ya derve bixapîne. Aldar Xelîl got, "Ji bilî balafirên bombebarkirî yên bêmirov nêzî 50 balafirên şer û cûreyên cuda yên çekan bi kar anîn. Cihên ku êrîş bir ser wan ku der bûn? Qadên sivîlan bûn. Bala xwe bidinê, bombe li depoyên genim, santrala elektrîkê û nexweşxaneyê barandin. Yanî hemû jî qadên sivîlan e. Ev yek rastiya wan radixe pêş çavan."

Aldar Xelîl destnîşan kir ku êrîşên wan ti carî nikarin têkoşîna wan lawaz bikin û got, "Wê ti carî nikaribin paşve gavê bidin avêtin. Berevajî, israra me ya di serketinê de mezin dike. Êrîşa bi ewqas balafirên şer û balafirên bêmirov ên bombebarkirî, dibe sedem ku têkoşîna bi hev re ya neteweyan bê xurtkirin û helwest li dijî van êrîşan bê nîşandan."

Têkildarî hevkarê van êrîşan jî Aldar Xelîl got, "Niha rastiyeke bi vî rengî heye. Dewleta Tirk bêyî ku destûrê ji hêzên navneteweyî wernegire yên ku li ser Sûriyeyê bi bandor in, nikare êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Em zanin ku heta ew nebêjin 'temam' nikarin bikin. Ev yek aliyekî mijarê ye. Xusûsa duyemîn jî ji xwe di çapemeniyê de hate weşandin. Roketên ku bi kar anîn ji aliyê NATO û Emerîkayê ve hatine çêkirin. Balafirên ku bi kar tînin ji xwe yên wan e, roketên diavêjin jî yên wan e. Ev jî nîşan dide ku van hêzan ji Tirkan re negotine 'na'. Berevajî vê yekê dengê xwe nekirine û rê dane. Bi vî rengî tê fêhmkirin ku hevparê êrîşên li ser herêma me ne."

Di dewama axaftina xwe de Aldar Xelîl çalakiyên gelan ên li welat û derveyî welat silav kri û got, "Li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ne tenê Kurd, her wiha Ereb, Suryanî û hemû pêkhateyên ji netewe û baweriyên cuda daketin qadan. Ev yek jî serketina projeya neteweya demokratîk radixe pêş çavan. Nîşan dide ku xwedî li rêveberiya herêmê derdikeve. Eger gelên herêmê bi hev re dadikevin qadan, êrîşan şermezar dikin û xwedî li destketiyan derdikevin, hingî divê ji Şerê Gel ê Şoreşgerî re amade bin. Şerê Gel demeke dirêj e di perwerde, civîn û pratîkê de di rojeva me de ye. Ne tenê ji aliyê leşkerî ve, her wiha ji aliyê civakî, dîplomasî, çandî û hunerî ve di rojeva me de ye. Gelekî bi vî rengî xwe xwediyê şoreşa xwe dibîne û ji bo parastina destketiyên şoreşê jî amadekariyê dike."

Aldar Xelîl herî dawî ji bo hêzên Kurdistanî jî got, "Eger li Rojava serketinek bê bidestxistin wê bibe serketina her kesî. Têkçûn bibe wê bibe têkçûna her kesî. Ji ber vê jî hêzên Kurdistanî hemû çiqasî hêza xwe hebin divê xwedî li van destketiyan derkevin. Me mînaka vê dîtin. Li Kobanê hêzên Kurdistanî, her wiha hêzên derve jî xwedî li berxwedanê derkevin. Heman nêzîkatî li Şengalê jî hate nîşandan. Niha jî ji hêzên Kurdistanî û hêzên demokratîk tê xwestin ku xwedî li vê berxwedanê derkevin."