Akademiya Jineolojiyê ji bo Akarsel li Hesekê konê çalakiyê veda

Akademiya Jineolojiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî qetilkirina siyasetmedarên jin, li Hesekê konê çalakiyê veda.

Akademîsyen, çalakvan û edîtora Kovara Jineolojiyê û endama Navenda Lêkolînan a Jineolojiyê ya Silêmaniyê Nagîhan Akarsel 4’ê Cotmehê li taxa Bextiyarî ya bajarê Silêmaniyeyê bi êrişeke çekdarî hate qetilkirin. Akademiya Jineolojiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo şermezarkirina êrîşê li Hesekê konê çalakiyê veda.

Kon li Parka Rêber Apo ya li taxa Nasira ya Hesekê hat vedan. Di konê çalakiyê de wêneyên têkoşerên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi balafirên bêmirov hatine hedefgirtin, hevseroka Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê Zeyneb Mihemed, Jîna Emînî û şehîd Nagîhan Akarsel hatin daliqandin.

Li gorî komîteya amadekar çalakiya kon wê 2 rojan bidome. Tê payîn ku di roja yekemîn (5`ê Cotmehê) de Akademiya Jineolojî daxuyaniyekê bide her wiha şandeyên ji Kongra Star, Meclisa Malbatên Şehîdan ên Hesekê, Yekitiya Jinên Ciwan û jinên ji hemû pêkhateyan, bên pêşwazîkirin.

Di roja dawîn a çalakiyê de endamên saziyên Rêveberiya Xweser li herêma Cizîrê û nûnerên TEV-DEM`ê û PYD`ê beşdarî çalakiyê bibin. Çalakiya kon wê bi daxuyaniyekî dawî bibe.

Endama Akademiya Jineolojî Eliya Amara li ser girîngiya çalakiyê wiha axivî: “Ev kon îradeya her jineke azad temsîl dike. Bi vê çalakiyê jin bersivê didin siyasetên dewleta Tirk a faşîst û hemû dewletên xwedî zihniyeta baviksalar ên li dijî jinan. Her wiha bi rêya vê çalakiyê em dixwazin dengê her jineke azad bigihêjin hemû cihanê û bêjin ku îradeya jinan bi guleyên ku di laşê Nagîhan Akarsel de hatine valakirin, nayê şikandin.”