‘Agirê Newrozê tê gurkirin’

Li Qamişlo û Çilaxa bi beşdariya sedan kesî agirê Newrozê hat vêxistin. Koordînasyona Kongra Star Remziye Mihemed diyar kir ku ew ê Newroza 2024'an bikin sala pûçkirina komployan û bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

NEWROZ

Li Qamişlo û Çilaxa bi boneya nêzbûna Newrozê bi tevlêbûna sedan kesî agirê Newrozê hat vêxistin.

Li Parka Şehîd Helebce ya Taxa Kornîş a Qamişloyê agirê Newrozê hat vêxistin. Bi sedan nîştecihên taxê tevlî şahiyê bûn. Di şahiyê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan. Şêniyan li dora agir govend gerand û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Newroz pîroz be” berz kirin.

Di pîrozbahiyê de endama Koordînasyona Kongra Star Remziye Mihemed axivî. Mihemed, Newroz li tevahî gelan pîroz kir û ev peyam dan: "Ji Kawayan heta Mezlûm Doganan, ji Zekiyeyan heta roja îro agirê Newrozê hîn geştir dibe. Bi projeya Xweseriya Demokratîk wek gel û tevger li dijî her cure êrîşan em li ber xwe didin. Bi xêra berxwedana Rêber Apo û hemû pêkhateyên herêmê rojane êrîşên dewleta Tirk a dagirker vale tên derxistin. Bi ruhê Mezlûm û Zekiyeyan em ê Newroza 2024’an bikin sala têkbirina komployê û bikin sala azadiya Rêber Apo ya fîzîkî."

Şahî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Berxwedan jiyan e” bi dawî bû.

Şêniyên Çilaxa jî li ber Komuna Şehîd Hemrîn Newroz pîroz kir. Endamê Komunê Husam Hisên Newroz li hemû gelên azadîxwaz pîroz kir. Şahî piştî ku malbatên şehîdan agir vêxistin, bi gerandina govendê berdewam kir.